Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin

  • 13:08 1 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku xwestin hevdîtinê pêk bînin, cara 78’emîn red kir.
 
Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîbûn. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbatan a 78’emîn red kir.
 
Serdozgerê ku bersiva serlêdana malbatan da, bi hinceta “Sînordarkirina  derbarê hikumxwaran de” ya hejmara 5275’an serlêdana malbatan red kir. Ji 11’ê Îlonê ve heta niha 78 serlêdanên malbatan hatin redkirin.