Li Cizîrê serdegirtina malan: Binçavkirin, îşkence, tehdît

  • 12:12 1 Hezîran 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jina bi navê Gul Ozdal ku li Cizîrê du zarokên wê bi îşkenceyê hatin binçavkirin wiha got: "Ez nizanim ku ji ber çi hatine binçavkirin. Wekî ku ev jî ne bes be çek kirin serê me û em tehdît kirin ji bo em îşkenceya kirine venebêjin."
 
Di serdegirtina malan ku serê sibehê li Cizîra Şirnaxê hat kirin de  du birayên hev Hamza Ozdal (20) û Alî Ozdal (21) hatin binçavkirin.  Di serdegirtina ku bi 6 wesayitên zirxî hat kirin de dayika ciwanên ku hatin binçavkirin Gul Ozdal diyar kir ku zarokên wê hatin îşkencekirin û wiha got: "Mala me belav kirin û alavên me her yek bi derekê de dan."
 
'Mirovek çawa dikare ji ber ku li mafê xwe geriya bê binçavkirin?'
 
Gul a tişta hat serê wê vegot wiha dirêjî da axaftina xwe: " Hîna set nebibû 5, dengê derî hat. Lê bi pihînan li derî didan. Çawa me derî  vekir êrîşî hundir kirin. Nêzî 20 kesê bûn û rûyê wan girtî bû. Bi taybetî jî yên rûyê wan girtî li zarokên min îşkence kirin. Em hemû kirin odeyekê û em rehîn girtin. Lawê min xwest ku zaroka xwe ya 10 mehî maç bike lê bi lêdanê destûr nedan. Lawê min ê din jî di pêlikan re kaş kirin û lêdan.  Zarokên min ên biçûk gelek tirsiyan. Bi qûndaxa çekê li lawê min Hemza dan.  Ji ber ku lawê min got ezê rapora derbkirinê bigirim ew girtin bin çavan.  Mirovek çawa dikare ji ber ku li mafê xwe geriya bê binçavkirin?"
 
'Ji bo ku em îşkenceya kirin venebêjin em tehdît kirin'
 
Gul diyar kir ku ji ber destûra lêgerînê ji kesên êrîşkar pirsîne hatine tehdîtkirin û ev tişt got: "Zarokên min tu neheqî li kesekî nekirine û tu sûc nekirine.  Em nizanin ku ji ber çi jî ew birin. Wekî ku ev jî ne bes be çek kirin serê me û ji bo tişta bi serê me kirin em nebêjin tehdît kirin."
 
'Em ê hata dawî li mafê xwe bigerin'
 
Gul got ku zarokên wê li ser îfadeyên derew hatine binçavkirin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jineke ku xwendin û nivîsandina wê tune bû bi tehdîtê anîn û xwestin ku derbarê tiştek bi me nekirine de îfadeyê bide. Delwt ji bo ku welatiyên xwe biparêzin hene, lê ev dewlet îşkenceyê dike. Em vê îşkenceyê qebûl nakirin. Heta dawiyê li pey mafê xwe bin."