Li Enqereyê mirina jinekê ya bi gûman
- 11:15 1 Hezîran 2018
- Rojane
EQNRE - Şule Çet ya ku ji bo serlêdana xebatê çû cihê kar ê mêrê bi navê Ç.A. bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Xwendekara Zanîngehê Şule Çet ya ku ji bo serdana kar çû cihê kar ê mêrê bi navê Ç.A. bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da. Şûle beriya ku jiyana xwe ji dest bide di peyama ku ji hevalên xwe re şand de diyar kiribû ku ji aliyê Ç.A. ve hatiye tehdîtkirin û piştî peyama ku şand bi çend deqîqeyan hat ragihandin ku bi îdaya ji şaneşînê ketiye jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û nehat zanîn Ç.A. yê ku îfadeya wî hatiye girtin hat girtin an nehat girtin.