Girtiya ku cezayê wê bi dawî bûye ji ber cezayê dîsîplînê nayê tahliyekirin
- 09:18 1 Hezîran 2018
- Rojane
BAYBURT - Girtîgeha Tîpa M'yê ya Bayburtê her dem bi zext û îşkenceyan derdikeve rojevê. Girtiya bi navê Hamdiye Turgay a di Girtîgeha Tîpa M'yê ya Bayburtê de ye cezayê wê 2 meh berê bi dawî bû lê ji ber cezayê dîsîplînê nayê tahliyekirin.
Li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Bayburtê ku her dem bi zext û îşkenceyan derdikeve rojevê, binpêkirina mafan didome. Hefta borî girtiyan anîn ziman ku divê heyetek ji bo tiştên ku li girtîgehê diqewime bibînin, werin. Cezayên girtiyan ên hevdîtina vekirî didome.
Zextên ku bi awayê kêfî tê kirin, cezayên dîsîplînê yên li girtîgehan didome. Hat hînbûn ku cezayê girtiya bi navê Hamdiye Turgay du meh berê qediyaye lê ji ber ku cezayê wê yê dîsîplînê heye nayê tahliyekirin.
Agahiyê nadin malbatê!
Her wiha malbatê anî ziman ku derbarê vê bûyerê de ew dixwazin agahiyê bigirin lê ew nagihêjin rêveberiya girtîgehê.
Arîn û Avesta kîlo didin
Arina 3 salî û Avestaya 5 salî ku ew jî bi dayika xwe di heman girtîgehê de dimînin her roj kîlo didin.