Hat îdakirin ku li Efrînê 5 kes hatine qetilkirin

  • 09:18 1 Hezîran 2018
  • Rojane
EFRÎN - Hat îdakirin ku 5 sivîlên di nav wan de jinek û zarokek aîdê eşîra Buban jî hebûne hatin qetilkirin.
 
Li Efrîna ku axa wê ji aliyê OSO û Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin hat îdiakirin ku şevadin saet di 02.00'an de 5 kesên ku jin û zarokek aîdê eşîreta Buban jî di nav wan de hebûne hatine qetilkirin.
 
3 sivîl hatin revandin
 
Ji aliyekî din ve jî li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) ve ku weşand, li gundê Kefar, Sefra, Dêr Belût û Hacîler yên girêdayî navçeya Cindirêsê di encama serdegirtina malan ku hat kirin de sivîlên bi navê  Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen û Ebdullah Xelîl Murad jî hatine revandin.
 
Ji 119 jinan agahî nayê girtin!
 
Di rojên borî de Meclisa Jinên Sûriyeyê diyar kiribû ku ji bajarê binpêkirinên mafan lê bi dawî nabin 119 jin hatine revandin û banga hestiyariyê li raya navneteweyî hatibû kirin.