‘Midûrê Perwerdeya Neteweyî îstîsmara zayendî nabîne’

  • 09:14 1 Hezîran 2018
  • Rojane
MELETÎ - H. ji aliyê kesê bi navê M.B ve ku li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Meletiyê wek serokê ajokaran dixebite ve rastî îstîsmara zayendî hat û gilî kir. H. diyar kir ku li şûna midûr bi wê bawer bike, gotinên M.B li ber çavan digire û cihê peywira wê guhertiye. H. got ew ji jinan piştgiriyê hêvî dike û got sazî tacîzê piştguh dike.
 
Jina bi navê H. ya li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Meletiyê wek xebatkara paqijiyê dixebite sala borî di meha Nîsanê de ji aliyê serokê ajokaran M.B yê li heman cihî dixebite ve rastî tacîza zayendî hat.  H. tiştên jiya ji JIN NEWS’ê re vegot û diyar kir ku wê derbarê mijarê de li Walitiya Meletiyê gilî kiriye lê tu tiştek nehatiye kirin.
 
H. da zanîn ku piştî gilîlkirina wê hatiye bihîstin M.B li Midûriyeta Perwerdeyê derbarê wê de bi hinceta ‘karê xwe nake’ gilî kiriye û got Midûr bi wê bawer nake û bi gotinên M.B bawer dike.
H. destnîşan kir ku wê ji hevalên xwe bihistiye ku cihê peywira wê hatiye guhertin û got gilîkirinên wan li ber çavan nayê girtin û tacîzê jî piştguh dikin.
 
H. di dawiya axaftina xwe de bang kir ku li cihê kar gelek jin rastî tacîza M.B hatine û sazî vê rewşê naxwaze bibîne. H. her wiha ji jinan li dijî tacîzê piştgiriyê dipê.