Li ser Radyoya Erîwanê 10 deqe: Di dilê min de Kurdistana biçûk
- 09:10 1 Hezîran 2018
- Rojane
RIHA - Şêx Saîd, Leyla Qasim, Radyoya Erîwanê, Med TV, HADEP û pergala hevserokatiyê.. tiştên ku Berdriye Kiliç di jiyana xwe ya 62 salî de hewandiye, dîroka vejîna gelekî bi kurtasî vedibêje.
Bedriye Kiliç a 62 salî çîroka wê ji serhildana Şêx Saîd heta îro tê. Malbata wê ji Kahta ya Semsurê, surgunê Hîlwan a Rihayê dibe. Du apê bavê wê bi Şêx Saîd re tên darvekirin. Bavê wê pismamê helbestkarê Kurd Osman Sebrî ye.
Bedriye diyar dike ku bavê wê gardiyan bûye û jiyana wan her tim bi zext û zilmê derbas bûye. Bediyeyê destnîşan kir ku wê di 4 salî de xwendin û nivîsandin hîn kiriye û ji ber vê bavê wê gotiye hewce nake tu biçî dibistanê û dîplomeyên heta lîseyê ji derve girtiye.
‘Hinekan xwest hinekan da’
Bediye di 1974’an de di 17 saliya xwe de bi kurê xalê wê re tê zewicandin û wiha dibêje: “Hinekan xwest, hikenan jî da. Çend roj beriya zewaca min Îsmet Înonu mir. Nêrîna min a siyasî wê demê tunebû. Min ji radyoyê bihîst ku Îsmet Înonu miriye. Ez hestiyar bûm û giriyam. Bavê min got tu çima digirî. Li min xist û got tu ji bo nezewicî digirî. Yanî mafê me tunebû em bigirîn jî.”
‘Radyoya Erîwanê di dilê min de Kurdistanek biçûk afirandibû’
Bedriyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Bavê min li saz û bilurê dida. Stranên Kurdî digot. Ez pir bi bandor dibûm. Hestiyar dibûm. Me Radyoya Erîwanê guhdar dikir. Dema saeta radyoyê dihat em diçûn ber radyoyê. Min dema dengbêjên wê guhdar dikir ez hestiyar dibûm. Radyoya Erîwanê di dilê min de Kurdistanek biçûk afirandibû.”
Bediye piştî dizewice diçe Harranê û wiha dibêje: “Hevjînê min li ocaxek tenduristiyê dixebitî. Li wir keça doktorekî çê dibe û navê wê dikin Leyla Qasim. Me tiştek nizanibû. Me digot belê nav Leyla ye lê ev Qasim çi ye. Rojekê doktor nexweş bû mir. Min bi têkoşînê re fêm kir navê Leyla Qasim ji ku tê. Hevjînê min sosyalîst bû. Ji ber vê min têkoşîn nas kir. Perlgalê em anîn asta ku ji nasnameya xwe şerm bikin. Xaltiya min rojekê ji gund hatibû. Xaltiya min di alî dîtbarî de tam jinek Kurd bû. Em li sûkê dimeşiyan. Lê kolan teng bû. Min dema bi wê re axaftin dikir min şerm dikir. Min digot ger hevalên min bibînin ez ê şerm bikim. Lê ez hîna jî ji ber vê xwe efû nakim.”
Bediye ewil di rêveberiya Hewegê ya HADEP’ê de cih digire û diyar dike ku dema nû MED Tv vebûye ew gelek kêfxweş bûne û kanal wê demê li mala kê vekirîbûye wê biçûna wê derê.
Bediyeyê di 2014’an de endamtiya rêveberiyên herêmî ya Hewegê ya DBP’ê kiriye û ji vir jî alîkariya hevşaredartiyê kiriye. Bediye diyar dike ku wan tu car hêviya xwe winda nekirine û dest ji têkoşîna xwe bernadin.