Zarokê ku bê bav çavên xwe li cîhanê vekir: Muhemmed Xelîl

  • 09:05 1 Hezîran 2018
  • Rojane
Tolîn Mihemed-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de bi hezaran kes koçber bûn, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok jî sêwî man. Zarokê bi navê Muhammed Xelîl jî yek ji wan zarokane ku di encama tanq, top û balafirên dewleta tirk de bê bav çavên xwe ji cîhanê vekir. 
 
Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz e derbasî Kantona Şehbayê bûn, gelek kes hatin kuştin, gelek zarok jî sêwî hatin hiştin. Zarokê bi navê Muhammed Xelîl jî yek ji wan zarokane ku di encama tanq, top û balafirên dewleta tirk de bê bav çavên xwe ji cîhanê vekir. Dayika Muhammed, Mehasên Xelîk diyar kir ku zarokê wê li pêş çavê hemû cîhanê sêwî hat hiştin û got:"Ev hovîtiya ku dewleta tirk kir divê jê re nemîne. Divê hesabê zarokên ku bê bav û dayik hatin hiştin ji Erdogan re bê pirsîn. Em ê tu carî Erdogan û alîgirê wî efû nekin."
 
Dayika Muhammed, Mehasên Xelîl diyar kir ku divê li hemû cîhanê mafên zarokan bê parastin û got:"Erdoganê ku divê em zarokan diparêze bû sedem ku gelek zarok bê dayik û bê bav bimînin. Erdogan qatîlî zarokan e."
 
'Tevî hemû zehmetiyan em li berxwe didin'
 
Mehasênê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan ew li Kampa Serdemê ya Şehbayê li ber xwe didin û wiha dewam kir:"Hêzên navneteweyî yên ku her roj pesnê xwe vedidin û dibêjin em mafê mirovan diparêzin, qetilkirina zarokan a li Efrînê zindî zindî temaşe kirin. Yên ku li dijî qetlîamên li Efrînê bêdegn man ew jî hevkarên Erdogan in. Em ê Erdogan û alîgirên wî tu carî efû nekin û divê hesabê zarokên ku bê bav û bê dayik man ji Erdogan re bê pirsîn."
 
'Em ê dîsa vegerin ser axa xwe'
 
Mehasênê diyar kir ku ew hêviya xwe wenda nakin û ew ê rojekê dîsa vegerin Efrînê vegerin ser axa xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kujerên zarokên me, û kujerên bav û dayikên zarokên me, niha li Efrînê malê gelê Efrînê li hev parve dikin û hemû cîhan jî li vê yekê temaşe dikin. Divê cîhan dawî li vê bêdengiyê û neheqiyê bînin û destûrê nedin ku êdî zarok bê bav û dê çavên xwe ji cîhanê re vekin. Em û zarokên xwe em têkoşîna jiyanê didin û em ê heta dawî berxwe bidin."