'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî rûmeta mirovatiyê ye'

  • 09:02 1 Hezîran 2018
  • Rojane
Delîla Axîn/ Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî rûmeta mirovatiyê ye."
 
Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku ji bo jiyanek azad û demokratîk divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û gotin:"Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd ceza bikin. Divê ev helwesta dijhiqûqî demildest bi dawî bibe û tecrîda giran a li ser Serokê me bê rakirin."
 
Endama Meclîsa Giştî ya Şengalê Emşê Hebab nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û got:"Erka me ya yekem ew e ku em Rêberê xwe ji tecrîda rizgar bikin. Loma em ê heta dawî ji bo vê yekê têbikoşin. Yên ku dewleta tirk bi rê ve dibin dibêjin em aştîxwaz û azadîxwazin. Serok Apo jî bi salan e ji bo azadî û aştiyê berxwe da. Madem aştîxwaz û azadîxwazin divê berê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rakin. Şervanên PKK'ê yên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rê ve dibin me ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Em wekî jinên Êzidî yên Şengalê li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikin û em xwe pêş dixin. Me meclîsê xwe û rêxistina xwe ava kir û em li ser felsefeya Rêber Apo ya aştî û azadiyê dixwaze xwe bi rê ve dibin. Divê dewleta tirk demildest tecrîda giran ali ser mîmarê aştiyê, Rêber Apo rakin."
 
'Divê hemû cîhan li dijî vê neheqiyê bisekinin' 
 
Jina bi navê Naîme Salîm jî nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û got:"Dema ferman hat serê Êzidiyan bi saya fikrê Rêber Apo em hatin rizgarkirin. Kesekî wekî Rêber Apo xwedî fikir û nêrînên berfireh û hêja divê bi tecrîda bi vî rengî rû bi rû nemîne. Divê em çalakî û xebatên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo berfirehtir bikin. Divê hemû cîhan li dijî vê neheqiyê bisekinin.  Divê dawî li vê dijhiqûqiyê bê."