Ekîn Ceren Dogruak hat bîranîn
- 15:37 31 Gulan 2018
- Rojane
ENQERE - Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK'yî ku berî niha bi 13 salan li başûrê Kurdistanê di encama qeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ser gora xwe hat bîranîn
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK'yî ku di 31'ê Gulana 2005'an de li başûrê Kurdistanê di encama kazaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Karşiyakayê li ser gora xwe ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bi bîr anîn.
Bavê Ekîn Cerenê Nusret Dogruak yê ku di merasîma bîranînê de axivî, diyar kir ku rêhevalên Ekînê ev 13 sal e qet ew tenê nehiştine û wiha axaftina xwe berdewam kir: " Tişta ku ez ji we dixwazim ew e ku hûn fikir û ramanên rêhevala xwe Ekînê bidin jiyîn û li ser rêya wê têkoşînê bidin."
Piştî axaftinan jiyana Ekîn Cerenê û pêvajoya tevlibûna wê ya berxwedanê hat vegotin. Dayik û bavên Ekîn Cerenê piştî ku kulîlik li ser gora wê danîn gora wê maç kirin û ji goristanê qetiyan.