Pervîn Bûldan: Jinên azadiyê dixwazin wê mohra xwe li 24'ê Hezîranê bixin
- 14:31 31 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser wekhevî û azadiya jinê û got, "Jinên ku azadî û wekheviyê dixwazin wê mohra xwe li hilbijartinên 24'ê Hezîranê bixin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî merasîma vekirina Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Sancaktepe ya Stenbolê bû.
Pervîn Bûldan li vir axivî û got: "Jin ku nîvê civakê ye, timî ji nedîtî ve hatin. Têkoşîna me ya wekheviyê timî nedîtin. Beden, ked û nasnameya me bi her awayî hatin talankirin. Hê jî ev talan dewam dike."
Pervîn Bûldan bi bîr xist ku jin herî zêde di vê serdemê de hatin kuştin û got: "Jin herî zêde di vê demê de mexdûr bûn. Her tiştên me înkar kirin. Dest li kincên me, li hejmara zarokên me, li makjaya me werdan. Hewl dan me li malê bikin hepsî. Lê belê me got ku em ê zilm û zexta kesî qebûl nekin. Li her cihî, li kolanan, li kargehan, li meydanan em têkoşiyan."
Pervîn Bûldan da xuyakirin ku parlamenterên jin herî zêde di nava HDP'ê de hene û wiha dewam kir: "Ji ber ku HDP partiyeke jinan e. Ji ber ku em partiyeke jinan e, ji ber ku em mafên jinan diparêzin, ji ber ku em ji bo wekhevî û azadiya jinê têdikoşin, ji me ditirsin."
Pervî Bûldan destnîşan kir ku AKP ji jinan, ji HDP'ê ditirse û wiha dewam kir: "Lewma Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak li girtîgehê ne. Parlamenterên jin girtin û li şûna hevşaredarên me jî qeyûm bi cih kirin. Êrîş birin ser saziyên jinan. Lê belê em soz didin ku ev têkoşîn wê mezin bibe. Têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê ku li kolanan, li meydanan dikin, wê mezintir bibe. Ji ber ku jin hene, jinên azadîxwaz û wekhevîxwaz hene."
Di dewama axaftina xwe de Pervîn Bûldan got:"Em soz didin hevrêyên xwe yên li girtîgehê. Em soz didin Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel. Hûn ê di 24'ê Hezîranê de bi hêza jinê azad bibin. Jin ji 24'ê Hezîranê re amade ne. Jin wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Yên ku mohra xwe li hilbijartinên 24'ê hezîranê bidin jin in, jinên azadî û wekhevîxwaz in."
26 rojên me hene, di nava 26 rojî de em ê bixebitin. Li malan, li kolanan em ê bixebitin. Em ê ji her kesî re bêjin; bila êdî AKP welêt bi rê ve nebe, bila Recep Tayyîp Erdogan biçe mala xwe û li ber neviyên xwe be.
Yên ku vî welatî bi rê ve bibin hene. HDP û Selahattîn Demîrtaş wê vî welatî bi rê ve bibin. Selahattîn Demîrtaş dîl girtine, ji ber ku ji cesareta wî ditirsin. Lê belê heta ku jin hebin wê rêzdar Selahattîn Demîrtaş bibe Serokkomarê vî welatî."