Jinek Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarikirin
- 13:10 31 Gulan 2018
- Rojane
Vîyan Seîd/Orîvan Ebdo
ŞENGAL - Jinek Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarikirin.
Jina Êzidî ya bi navê Nûra Bircis Silêman a 19 salî û ji gundê Herdaneye ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Nûrayê li Meclîsa Xanesorê a Şengalê radestî malbata wê hat kirin.
Nûra Bircis Silêman diyar kir ku wê bawer nedikir ku ew ê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bibe û got:"Di malbatê de em 4 xwişk û 3 bira bûn, bavê min û 3 birayên min hîn di destên çeteyan de ne. Daxwaza min ew e ku ew jî demildest bên rizgarkirin."
Li ser navê Meclîsa Xanesorê Nafya Mêşo axivî û got:"Em gelek kêfxweş in ku îro xwişka me ji destên çeteyan rizgar bûye. Em hêvî dikin ku Êzidiyên din jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bibin."