Malbata Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran serlî li ÎHD'ê da

  • 12:29 31 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Keça Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran Melek Baran  derabarê pêkanînên kêfî yên ligirtîgeha Osmaniyeyê ku dayika wê jî lê ye û binpêkirinên mafan de serî li ÎHD'ê da. 
 
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer  Baran bi îdaya "Endama rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kiriye"  di daneşîna 5'emîn a doza ku jê hat darizandin, diyar kir ku dema sirgûnî Girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin û piştî wê bi îşkenceyê re rûbirû maye û bal kişandibû ser pirsgirêkên li girtîgehê.
 
Sadiya ya ku piştî hat sirgûnkirin ji JINNEWS'ê re name şand, diyar kir ku ew dema ji Hîlvanê sirgûnî Girtîgeha Osmaniyeyê bûye bi tacîza devkî ya gardiyanan re rûbirû maye û lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Herwiha sadiye anî ziman ku hejmartina li ser piyan  û bang li malbata xwe û parêzerên xwe kir ku derbarê bûyerê de serî li saziyên peywirdar bidin .
 
Li ser gotinên Sadiyeyê keça wê  Melek serî li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) da .  Di serdana hat kirin de hat diyar kirin ku Sadiye piştî axaftina xwe ya li dadgehê 3 carên din jî bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û 2 caran jî tundî lê hatiye kirin. Di serdanê de hat diyarkirin ku 3 jinên bi Sadiyeyê re di girtîehê de dimînin jî rewşa wan a tendirustiyê ne baş e û ewlehiya girtiyan tune ye.