Dewreya Perwerdeya Ragihandinê bi dawî bû
- 10:19 31 Gulan 2018
- Rojane
QAMIŞLO- Dewreya Perwerdeya xweser a Raghandinê ya Şehîd Rûhenda piştî 45 rojan bi şahîyekê bi dawî bû.
Di 15'ê nîsanê de dewereya perwerdeyê ya ragahandinê ji bo 21 endamên jin ku di dezgeh û saziyên ragahndinê de dixebtîn li Akademiya Şehîd Fayîq a Raghandinê dest pê kir, dewereya ku bi navê şehîd Rûhenda 45 rojan dewam kir, di nav de dersên Îdiyolojî û pişeyî jî hatin dayîn.
Di şahiya bi dawîkirina dewreyê ku hat lidarxistin de gelek endamên Raghandinê yên ji herêma Cizîrê her wiha berdevka Kongireya Star a rojava Evîn Siwêd û gelek kesên din amade bûn. Di şahiya ku bi silavkirina mêvanan hat destpêkirin de Ronîda Hecî ya ku tevli dewreyê bibû axaftinek kir û wiha got: "Ev dewre şensek bû ji bo me jinên ragihandinê ku em him dîroka xwe û hem jî rastiya jinê nas bikin. Dema ku mirov dîroka xwe nas neke mirov şêweyê jiyana xwe jî nas nake. Em soz didin Rûhenda ku em kameraya wê li eredê nahêlin û em ê rastiya jinê û tekşîna wê derxînin holê."
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.