Ji Heyva Sor banga hestiyariyê
- 09:14 31 Gulan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Totlîn Mohemed
ŞEHBA - Xebatkara Heyva Sor a Kurd Mejdolîn Sîno banga hestiyariyê ji hemû saziyên mafê mirovan re kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin û deng bidin gelê Efrînê yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne û got:"Gelê Efrînê yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne tevî hemû zehmetiyan berxwe didin. Lê divê hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."
Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz in derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran Efrîniyên li kampên Berxwedan a li navçeya Fafîn û kampa Serdem a li navçeya Ehres li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne. Xebatkara Heyva Sor a Kurd Mejdolîn Sîno banga hestiyariyê li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got:"Gelek pêdiviyên gelê Efrînê yê ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne hene, ji ber kêmasiya dermanan û şerd û mercên dijwar nexweşiyên cuda belav dibe. Divê hemû cîhan dawî li bêdengiya xwe bînin û deng bidin gelê Efrînê yê ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne."
Mejdolînê da zanîn ku ew bi derfetên kêm hewl didin ku hemû pêdiviyên gel bi cih bînin û got:"Heta roja îro me wekî Heyva Sor a Kurd hewl da ku em hemû pêdiviyên Gelê Efrînê yên di kampan de bi cih bînin. Lê ji ber ku derfet kêm e, derman kêm e gelek nexweşî belav dibin û herî zêde jî zarok di bin bandora vê yekê de dimîne. Her wiha ji ber ku her diçe hewa germ dibe jî ev dibe sedem ku nexweşî bêtir belav bibin û nexweşiyên cuda derkevin holê."
'Jinên ducanî zehmetiyê dikişînin'
Mejdolînê diyar kir ku jinên ducanî jî di nav rewşek zehmet de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku alavên tenduristiyê û derman kêm in jinên ducanî dema ku zayina wan pêk tê gelek zehmetiyan dikişînin. Divê ev zor û zehmetiyên ku gêlê Efrînê yên di kampan de dijîn ji aliyê hemû cîhanê bê dîtin û dawî li vê bêdengiyê bê."