‘Wê gel lîstikan vala derxînin’

  • 09:03 31 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Li Amedê xebatên hilbijartinê didomin û hevseroka HDP’ê Fîlîz Buluttekîn derbarê ku bi hinceta ewlehiyê li 66 taxên Amedê sindoq hatine barkirin de wiha got: "Sindoqan bibin qerekolan an jî bibin fîzanê jî em ji bo vê hewlesta dijdemokratîk têk bibin, em ê ji gel re bibin alîkar ku dengên xwe bi kar bînin. Em ê wê rojê sindoqan li dijî dizan biparêzin."
 
Li bajarên Kurdan ji aliyê YSK’ê ve cihên 144 hezar hilbijêrin ku dengan bi kar tînin guhertin û sindoq hatin  barkirin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Li 7 navçeyên Amedê  li 66 taxî sindoq bar kirin herêmên polîs û cerdevanan. HDP’ê bertek nîşanî bûyerê da.
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn got armanc ev e ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Fîlîzê di berdewamiyê de got wê tevî hemû hewldanan gel biçin ser sindoqan û  hewldana kirina yek a sindoqan wê ji aliyê gel ve vala bê derxistin.  Fîlîzê ev tişt anî ziman: “Di referandumê de gel serî netewand. Yên hilbijartinên 7’ê hezîranê qebûl nekirin çûn hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Bi vê yekê xîle kirin. Em cara yekem rastî van lîstikan nayên.Wê gelê me bersiva xwe bide.”
 
‘Em ê her cureyê ewlehiyê bigirin’
 
Fîlîzê bal kişand ser hilbijartinê û got di bin şert û mercên dij demokratîk de diçin hilbijartinê û di demek ku namzetê serokomariya me Selahattîn Demîrtaş girtiye em diçin hilbijartinê û got wê ew ligel hemû lîstikan, wê her cureyê tedbîran bigirin. Fîlîzê da zanîn ku wê dengên xwe ji dizan biparêzin.