Li Amedê wê tevlibûna jinan a nav STK'ê bê niqaşkirin

  • 15:04 30 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Di pêşengiya DOGUNKAD'ê de wê di 1'ê Hezîranê  roja înê de bi tevlibûna jinan de derbarê "Li Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat hevkariya bi hev re ya saziyên sivîl û pêkanîna tora xebatê" projeya danasînê bê kirin.
 
Di pêşengiya Komeleya Jinên Karsaz ên Herêma Başûrêrojihilat (DOGUNKAD) de wê di 1'ê Hezîranê  roja înê de bi tevlibûna jinan de derbarê "Li Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat hevkariya bi hev re ya saziyên sivîl û pêkanîna tora xebatê" projeya danasînê bê kirin. Civîna ku wê bi piştevaniya Sefaretxaneya Swêdê bê li darixistin wê di 1'ê Hezîranê roja înê bê saet di 10.00'an û 14.30'an de li Hîlton Otelê bê lidarxistin.
 
Civîna ku wê bi axaftina Seroka Lijneya Rêveberiya DOGUNKAD'ê Ferda Cemîloglu, Endama Lijneya Rêveberiya ya DTSO'yê Nevîn Îl û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DTSO'yê  Mehmet Kaya dest pê bike ji du runiştinan pêk tê û bi sernavên, "Em bi hev re ne, em parve dikin û bi hêzin" bê kirin.