Li Amedê 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin

  • 11:43 30 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Berpirsiyarê Buroya Hilbijartinê ya Bagcilarê ya HDP'ê û Hevseroka Navçeya Baglarê ya HDP'ê di nav de, 3 jê jin bi tevahî 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Berpirsiyarê Buroya Hilbijartinê ya Bagcilarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Navçeya Baglarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de, 3 jê jin bi tevahî 6 kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di encama serdegirtan malan a hemwext de Berpirsiyarê Buroya Hilbijartinê ya Bagcilarê ya HDP'ê Sinan Dogan, Hevseroka Navçeya Baglarê ya HDP'ê Hasret Akay, Saadettin Akay, Yasin Biyet, Arzu Karaman û Ozlem Noya hatin binçavkirin. 
 
Her wiha hat hînbûn ku pitikek Arzu Karaman heye û di dema binçavkirinê de Arzû hatiye derbkirin.  Hat hînbûn ku ji aliyê polîsan ve mala Arzuyê xeser dîtiye û ji bo girtename bê girtin polîsan zor dane cîrana Arzuyê ku îmzeyê biavêje û bibe şahid.