Bi pêşengtiya TJA'yê gotubêja 'di îslamiyetê de jin' hat çêkirin
- 10:43 30 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Li Amedê bi pêşengtiya TJA'yê gotibêja 'Di îslamiyetê de jin' hat çêkirin. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Saliha Aydeniz di gotubêjê de axivî û got:"Divê em di hilbijartinê de sindoqan bê xwedî nehêlin, çimkî em dizan baş nas dikin."
Li buroya hilbijartinê ya Navçeya Baglara Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotibêja 'Di îslamiyetê de jin' çê kirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Filiz Buluttekin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Naşide Toprak, Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Saliha Aydeniz, Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK), Endamên TJA'yê û gelek kes beşdarî gotubêjê bûn. Berî gotubêjê jinan govend gerandin. Piştî govendê gotubêj dest pê kir.
'Baweriya wan a olî tuneye'
Gotubêj bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Endama Şuraya DÎK'ê Uysal Karakaş li ser ehlaq û olê axivî. Uysalê anî ziman ku dewlet dixwaze ola îslamê ji holê rake û got:"Çimkî baweriya dewletê ya olî tuneye. Di salên 90'î de li ser navê olê Kurd qetil kirin. Îro jî em hîn di bin bandora vî tiştî de ne. Di salên 90'î de cenazeyên me li erdê bûn. Wê demê me nikaribû cenazeyên xwe ji erdê bigirtina niha jî em nikarin bigirin. Baweriya me her dem tam e. Me çawa heta niha berxwe da em ê ji niha şûn de jî li berxwe bidin."
'Bi rêya olê Gelê Kurd dixapînin'
Piştre Endama Şuraya DÎK'ê Şimal Degik axivî û got:"Dema ku xwedê me anî cîhanê me bi ol, ziman û nîjadên cuda anî cîhanê. Em bi ziman, reng û bi ola xwe tên naskirin. Divê em li ziman û li nîjada xwe xwedî derkevin. Bi rêya olê Gelê Kurd dixapînin, dikujin û cenazeyê Gelê Kurd bi rojan li erdê dihêlin."
'Em dizê xwe baş nas dikin'
Gotubêj bi pirs û bersivan dewam kir û herî dawî Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Saliha Aydeniz axivî û got:"Em ê hesabê Cizîrê, Sûrê û Nisêbînê di 24'ê Hezîranê de bipirsin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê kirin. Em ê di sibeha 25'ê Hezîranê de tecrîdê bişkînin."
Salihayê anî ziman ku wekî jin wan heta niha tu carî serî netewandine û got:"Îktidara heyî li ser navê muslumanetiyê zarok û jinan qetil dikin. Em bang dikin ku hemû kes di 24'ê Hezîranê de li dengê xwe xwedî derkevin. Çimkî em dizê xwe baş nas dikin. Loma em destûrê nadin ku diziyê bikin. "