Nîlgun Karacaoglu:Di mijara parlamenterên jin de asta krîtîk bi HDP’ê hat rakirin
- 09:10 30 Gulan 2018
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Endama Lijneya Rêveber a KADER’ê Nîlgun Karacaoglu hejmara namzetên jin ên hilbijartinên 24’ê Hezîranê nirxand. Nîlgunê got di mijara parlamenterên jin de yekem car asta krîtîk bi HDP’ê re di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hat rakirin û got li Tirkiyeyê partiya jinan namzet nîşan dide ne îstîsna, hema hema norm e.
Lîsteyên namzetiyê yên partiyên siyasî yên hilbijartina 24’ê hezîranê de pêşkêşî YSK’ê hat kirin. Ji AKP’ê 126, ji CHP’ê 137 û ji HDP’ê jî 230 namzetên jin hatin nîşandan. Bi giştî 4 hezar û 200 namzet hene û ji vê 3 hezar û 269 mêr û 931 jî jin in. Li 49 bajarî jin di rêza yekem de cih girtin. HDP li 18 bajaran, CHP li 6 bajaran, AKP li 4 bajaran jin di rêza yekem de nîşan dan.
Endama Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KA.DER) Nîlgun Karcaoglu tablo nirxand û rexneyên xwe anî ziman.
Nîlgunê got namzetiya jinan a di hilbijartinên giştî de her tim bûye pirsgirêk û got partiyên jinan namzet nîşan didin ne îstîsna, hema hema norm in. Nîlgunê diyar kir ku di 5 hilbijartinên dawî de namzetên jin ên di rêza yekem de cih digirin, di alî hejmarî de piştgiriyê dibînin.
Nîlgunê destnîşan kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de rêjeya namzetên jin ji sedî 26 bû û dema mirov li çar partiyên ketin meclîsê dinêrin tenê rêjeya namzetên jin ên HDP’ê ji sedî 33 derbas kiriye û bi HDP’ê re belavbûna krîtîk ji holê hat rakirin.
‘Ne surprîz e’
Nîlgunê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser hejmara namzetên jin ên di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bû got li gorî mêran kêmbûna namzetên jin ne nû ye û ne surprîz e û got: “Ev ne tiştekî matmayî ye. Bi taybet ji KA.DER û saziyên wek vê bertekên lezgîn tên payîn. KA-DER, saziyên mafên mirovan û rêxistinên femînîst ji bo avabûna demokrasiya li welat gelek girîng in.”
Nîlgunê balkişand ser rêza jinan a di lîsteyê de û diyar kir ku di got di lîsteya hilbijartinê de rêza namzetên jin girîng e.