Aliye Kizildamar: HDP partiya çareseriyê ye

  • 09:04 30 Gulan 2018
  • Rojane
RIHA - Aliye Kizildamar a ji Rihayê di rêza 5’emîn de ji HDP’ê namzet e, di heman demê de mamosteya 18 salen e.  Aliyeyê diyar kir ku ji bo wekheviya derfeta di perwerdeyê de û li dijî tundiya li ser jinê wê têbikoşe.
 
Yek ji namzeta HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar e û bi salan di têkoşîna sendîkal a Egîtîm Senê de cih girt, di heman demê de bi DOKH’ê re jî di têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinê bi awayekî çalak cih girt.  Aliye ku  hilbijartinên 2014’an de bû namzeta hevşariya DBP’ê, ji mamostetiyê îstîfa kir û tevlî xebatên siyasî bû.
 
Aliyeyê wiha got: “Li gorî min HDP cih û partiya çareseriyê ye. HDP wek pisgirêka xwe nêzî pirsgirêka gelan dibe. Pêşniyarên çareseriyê dike. Pisgirêka tespît dike û di nokteya çareseriyê de hewl dide. Min wek jinekê bi taybet ev zêdetir hîs kir.”
 
‘Zarokên keç ji wekheviya derfetê fêdeyê nagirin’
 
Aliye ya ku 18 salan mamostetî kiriye  got li vê herêmê jin ji mafên perwerdeyê û tenduristiyê fêdeyê nagirin û malbat li gorî zarokên law, kêmtir derfetan didin zarokên keç. Aliyeyê got di salên dixebitî de ev zêdetir dîtiye û got wê mijara wekheviya derfetê bibin meclîsê û çareseriyê pêk bînin.
 
Aliyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara perwerdeya bi zimanê dayikê gelek girîng e. Di vê mijarê de bi taybet li Rihayê pirsgirêk tên jiyîn. Ev di qada perwerdeyê de jî xwe dide der. Jin rastî newekheivyê tên. Bi taybet jî di mafê tenduristiyê de. Di qada cemaweriyê de ji bo xizmeta bi zimanê dayikê bê dayîn wê daxwaza me gelek xurt be.”
 
‘Em jin tevahiya civakê ne’
 
Aliyeyê destnîşan kir ku  jin nîvê civakê ye û di heman demê de netew in, jin tevahiya civakê ne. Aliyeyê balkişand ser nêrîna HDP’ê ya derbarê jinê de û daxuyakirin ku divê hemû jin di bin sîwana HDP’ê de bên cem hev.