Namzetên jin ên Wanê: 4 jiyan 4 têkoşîn
- 09:03 30 Gulan 2018
- Rojane
WAN - Di nav namzetên jin ên HDP’ê yên Wanê de yên hatine surgunkirin, yên hatine îxrackirin û yên ji ber destmala serê xwe rastî newekheviyê hatine, hene. Namzetên bi jinan re xebatên xwe dimeşînin li aliyekî din jî ji her kesî re vedibêjin ku HDP partiya bindestan e. Namzet banga ‘Em xwedî li jiyana azad û wekhev derkevin, em xwedî li sindoqên xwe derkevin’ kirin.
Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê bê navber didome û li Wanê jî namzetên jin gund bi gund, tax bi tax digerin û bi gel re tên cem hev. Ji 8 namzetan 4 heb jin in.
Bedîa Ozgokçe:Yekane garantiya jiyana wekhev HDP ye
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de di rêza 2’emîn de namzet e. Bedîayê di heman demê de parêzer e û di qada mafê mirovan de xebat meşandiye. Bedîa diyar dike ku wê di dema nû de jî peywir û berpirsyariya xwe bîne cih û wê gelê Wanê temsîl bike. Bedîayê ev tişt vegot: “HDP yekane garantiya jiyana wekhev a gelan e. Dema HDP nû hat avakirin me çi gotibû em niha jî heman tiştî dibêjin. Temenê partiya me ciwan e lê li pişt wê kevneşopiyek bi kok heye. Em hemû jin û ciwanan dawetî partiyê dikin. Ji bo pêşerojê divê em bi hev re têbikoşin.
Muazzez Orhan: Piştî 16 salan şûnde hat îxrackirin
Muazzez Orhan ji rêza 4’emîn namzet e û yek ji kedkarên ku bi OHAL’ê hatiye îxraçkirine. Di 1972’an de li Elbaqê hatiye dinê û ji Îşletmeyê mezun bûye. Muazzez a li Bankaya Zîratê dixebitî di 2000’an de ji ber ber polîtîkayên taybetkirinê neçar ma peywirê biguhere û 16 salan li Zanîngeha Yuzuncuyilê xebitî û piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’ê hat îxrackirin.
Muazzez bi salan di têkoşîna ked û jinê de cih girtiye û ji aliyê gelê Wanê ve jî ji nêz ve tê nasîn.
‘Divê jin di HDP’ê de cih bigirin’
Muazzezê daxuyakirin ku divê jin dengên xwe bidin HDP’ê û wiha pê de çû: “Ji ber HDP partiya jina ye ez niha namzet im. Ji ber ciwan e, ji ber polîtîkayên wê yên azadîxwaz hene û li dijî baweriyên cuda bi rêzdar e ez dibêjim HDP . HDP partiya bindestan e. Divê jin di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê.
Mukaddes Karakoç: Koçberî jî jiya, surung jî…
Mukaddes Karakoç jî ji dora 7’emîn namzet e û li gundê Kirs a Tetwan a Bedlîsê hatiye cîhanê. Di 1964’an de hatiye cîhanê. Gundê wê jî di salên 90’î de hatiye şewitandin û valakirin. Mukades bi malbatê re koçî Dîlokê dike û di 18 saliya wê de tê zewicandin û tê Wanê. Hevjînê wê tê îxrackirin û li gund bi cih dibin. Piştî zarokê wê zanîngehê qezenc dike dîsa tên Wanê.
‘Ez gelek bi bandor bûm’
Mukaddesê bi lêv kir ku li hember pirsgirêkên Kurd her tim lêgerînên wê hebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema min piranî li malê derbas dibû. Ez ji partiya me gelek bi bandor bûm. Pir nirx didan jinan. Min jî dest bi têkoşînê kir. Min di nav jinan de cih girt. Min xwe rêxistin kir. Min jin rêxistin kir. Min di 2014’an de hevserokatiya HDP’a Îpekyoluyê kir. Du salan min peywira xwe meşand. Ez dixwazim bibim dengê jinên rastî şîdetê hatine. HDP partiya jinan, partiya ciwana ne.”
Asuman Yelmazer: HDP ji partiyên din pir cuda ye
Asuman Yelmazer a di rêza 8’emîn de cih digire li Erdîşa Wanê hatiye cîhanê. Dayika wê Kurd bavê wê Tirk e. Asuman li zanîngehê mamostetiya Tirkî dixwîne. Asuman a di koperatîfa jinan a DBP’ê de cih digire wiha got: “Ez di qadên îstîhdama jinê de xebitîm. Di nav demê de min têkoşîna azadiya Kurd dît û bandor li min kir. Min jî di partiyên Kurd de biryara têkoşînê da.
Ji ber serê min girtî bû ez her tim rastî newekheviyê hatim. Min cudabûn ji kurahî hîs kir. HDP ji partiyên din pir cuda ye. Ji ber vê ez bûm namzet.