'Jîneolojî pênaseya pêşketina kesayetên jixwebawer in'

  • 09:01 30 Gulan 2018
  • Rojane
Rûken Cûdî-Devrîm Amed
 
DIRBESIYÊ - Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan bi kêfxweşî û coşeke mezin bi dawî bû. Jinên Ciwan ên ku beşdarî Kampa Jîneolojiyê bûn diyar kirin ku Jîneolojî pênaseya xwenasîn û pêşketina kesayetên jixwebawer in. 
 
Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan di 21'ê Gulanê de li Gundê Jinwarê yê girêdayî Bajarê Dirbesiyê, bi tevlîbûna 40 jinên ciwan dest pê kiribû. Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan bi biryardarî û kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû. Di Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan de mijarên wekî dîroka jinên cîhanê û Kurdistanê, etîk-êstetîk,anatomiya jinê, jîneolojî û her wiha gelek dersên branşan cih girtin. Jinên ku beşdarî Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan bûn anîn ziman ku bi perwedeya Kampa Jîneolojiyê di derbarê gelek mijaran de ew bûne xwedî agahî û ev agahîna di jiyana wan a rojane de dê gelekî kêrî wan were. 
 
Endama Komiteya Jîneolojiyê ya Gundê Jînwarê Rûmet Heval wiha got:"Perwerdeya Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan hefteyekê dewam kir. Perwerde bêtir bi nîqaşan derbas bû. Di perwerdeyê de naskirina zayendê û bedena xwe hat dîtin. Mijarên wekî dîroka jinên cîhanê û Kurdistanê, etîk-êstetîk,anatomiya jinê, jîneolojî û her wiha gelek dersên branşan hatin dîtin. Perwerde têr û tije derbas bû. Her wiha li ser jiyana azad û bi taybet li ser gundê Jinwarê yê azad perwerde hat dîtin. Di dahnekî de perwerdeya teorîk dihat dayin, di dahnekî de jî wekî pratîk dihat dîtin. Gera li cihê dîrokî, ajotina seyareyan, dîtina der û dorê gund, siwarbûna li hespan û tevlîbûna ji bo karê Jinwarê dihat kirin."
 
'Bi naskirina Jîneolojiyê mirov dibe xwedî vîneke azad'
 
Endama Komîteya Amadekar a Perwerdeya Jîneolojiyê Tîjda Devrîm wiha got:"Ez wekî Şoreşgera Enternasyonal ji Fransayê tevlî Şoreşa Rojava bûm. Bi naskirina Şoreşa Rojava gelek tişt di kesayeta min de guhert. Armanca Perwerdeya Jîneolojiyê ew bû ku Jinên Ciwan Jîneolojiyê û xwe nas bikin. Di heman demê de ji bo jinên ciwan bibin xwedî vîneke xurt ev perwerdeya Jîneolojiyê pêwist e. Bi naskirina Jîneolojiyê mirov dibe xwedî vîneke azad. Mirov bi zanistiyê dikare xwe rizgar bike."
 
'Jîneolojî zindîbûna rihê jinê ye'
 
Jina bi navê Dersîm Elî ku ji Dêrikê beşdarî Perwerdeya Jîneolojî bû wiha nêrînên xwe anî ziman:"Jin di dîrokê de xwedî roleke sereke ye ji bo ez vê yekê fam bikim ez beşdarî perwerdeya jîneojiyê bûm. Jîneolojî zindîbûna rihê jinê ye."
 
'Min hêza xwe nas kir'
 
Her wiha jina bi navê Madla Kûsan ku ji Bajarê Hesekê tevlî perwerdeya Jîneolojiyê bû wiha got:"Bi dîtina perwerdeya Jînolojiyê  gelek pêşketin di kesayeta min de ava bû. Min hêza xwe nas kir. Ji bo siberojek pêşketî û xwedîderketina nasnameya xwe divê hemû jin beşdarî perwerdeya Jîneolojiyê bibin."