ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 30 Gulan 2018
- Rojev
*Kampa Jîneolojiyê ya Jinên Ciwan bi kêfxweşî û coşeke mezin bi dawî bû. Jinên Ciwan ên ku beşdarî Kampa Jîneolojiyê bûn diyar kirin ku Jîneolojî pênaseya xwenasîn û pêşketina kesayetên jixwebawer in.
*Di nav namzetên jin ên HDP’ê yên Wanê de yên hatine surgunkirin, yên hatine îxrackirin û yên ji ber destmala serê xwe rastî newekheviyê hatine, hene. Namzetên bi jinan re xebatên xwe dimeşînin li aliyekî din jî ji her kesî re vedibêjin ku HDP partiya bindestan e. Namzet banga ‘Em xwedî li jiyana azad û wekhev derkevin, em xwedî li sindoqên xwe derkevin’ kirin. BI DÎMEN
*Aliye Kizildamar a ji Rihayê di rêza 5’emîn de ji HDP’ê namzet e, di heman demê de mamosteya 18 salen e. Aliyeyê diyar kir ku ji bo wekheviya derfeta di perwerdeyê de û li dijî tundiya li ser jinê wê têbikoşe. BI DÎMEN
*Li Qoserê li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu bi rojane jin çalakiyan pêk tînin û jinan wiha gotin: "Em nikarin li ser banê razên. Em sibehê radibin, her der reş bûye. Em nikarin bîhna xwe bistînin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî ji bo jehrê ‘delîl’ xwest." BI DÎMEN
*Namzeta Herêma Yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku wê ruyê mêr ê mîlîtarîst yê di siyasetê de biguherînin û statuko jî wê bi demokrasiya mêr biguhere. BI DÎMEN
*Endama Lijneya Rêveber a KADER’ê Nîlgun Karacaoglu hejmara namzetên jin ên hilbijartinên 24’ê Hezîranê nirxand. Nîlgunê got di mijara parlamenterên jin de yekem car asta krîtîk bi HDP’ê re di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hat rakirin û got li Tirkiyeyê partiya jinan namzet nîşan dide ne îstîsna, hema hema norm e.
*Ji karkerên flormarê yê ku ev 16 roj in ber xwe didin û bi hinceta endamên Sendîkaya Pertrol-Îş ne ji kar hatİne avêtin bang heye: “Hilberînên flormarê negirin. Tu alavên makyajê nikarin binpêkirina mafan ên li hemberî karkeran bigirin. BI DÎMEN