Gûlîstan Kiliç Koçyigit:Em ê di 24'ê Hezîranê de ji faşîzmê hesab bipirsin

  • 15:30 29 Gulan 2018
  • Rojane
MÛŞ - Li navçeya Milazgîrtê bi hezaran kesî namzetên HDP`ê yên Mûş`ê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. 
 
Li Mûşê xebatên HDP`ê li navçeyan bê navber berdewam dikin. Bi pêşengiya rêxistinên HDP,DBP'ê û bi tevlîbûna  namzetên HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit, Mensur İşik ,Şevîn Coşkun û Adnan Topçu li Melezgîrte bi gel re hatin cem hev. Gel li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê bi çepikan namzet pêşwazî kirin. 
 
Di destpêkê de namzetê HDP`ê yê Mûşê Mensur işik axivî. Mensur bal kişand ser têkoşîna Milazgîrtê ya dîrokî û got ku gelê Mûşê dê di 24`ê hezîranê de bersiva herî xurt bide. 
 
Piştre namzeta din Şevîn Coşkun axivî. Şevînê jî diyar kir ku divê gel dengekî bidin HDP`ê yê din jî bidin Selahattin Demîrtaş. 
 
'Em ê di 24'ê Hezîranê de ji faşîzmê hesab bipirsin'
 
Herî dawî namzeta HDP'ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit axivî. Gûlîstanê da zanîn ku ew ê di 24`ê hezîranê de serkeftineke mezin bi dest bixin û wiha got:“Qeyyûm tayînî ser vîna me kirin. Ji rêxistinbûyina me tirsiyan. Hemû hevşaredar,hevserokên me girtin. Ji ber ku ji yêkitiya hêza me tirsiyan. Ev polîtikayên hikûmetê tune hesibandina gelê kurd e. Ev yek tê wateya tune hesibandina vîna kurd. Bi van politikayan dixwazin kurdan ji siyasetê tasfîya bikin, lê li pêşiya me fersendek heye em ê di 24`ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Bi biryara hilbijartinê xwestin xwe rizgar bikin lê hesaba şaş ku derê vedigere li Melezgîrte vedigere. Em benda rojên hesabpirsineke bi demokratîk bûn û ew dem îro ye. Em ê di 24`ê hezîranê de îttîfaka AKP`ê û MHP`ê ji holê rakin. Em ê di 24'ê Hezîranê de ji faşîzmê hesab bipirsin. Em ê di 24`ê hezîranê de li Mûşê bi 4-0 bi ser bikevin. Serkeftin a me ye.”
 
Piştî axaftinan gel belav bûn. Pişt re namzetan li esnafan re belavokên hilbijartinê belav kirin.