Berxwedana Gelê ku ji Efrînê hatin koçberkirin didome

  • 15:19 29 Gulan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Mihemed
 
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin bi hezaran gelê Efrînê derbasî Kampa Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne gotin:"Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heta em vegerin ser axa xwe em ê têbikoşin." 
 
Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêzin derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran Efrîniyên li kampên Berxwedan a li navçeya Fafînê û kampa Serdem a li navçeya Ehresê li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne. 
 
Jina bi navê Emel Salêh ya ji gundê Kaxirê wiha got:"Li Efrînê 58 rojan em li dijî top û tanqên dewleta tirk û êrîşên çeteyên girêdayî wê, sekinîn. Me teslîmiyet qebûl nekir. Her dem armanca dewleta tirk têkbirina îradeya gelê Kurd e. Ji ber êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê çavên xwesiya min kor bû û pîyê merivekî me jê bû. Ev tiştên ku dewleta tirk li dijî me kir li dijî mirovatiyê ye.Lê em li vir in îradeya me têk neçûye û hîn em berxwe didin."
 
Her wiha jina bi navê Neîma Muhemmed a ji Gundê Heyatê jî wiha axivî:"Erdogan û çeteyên xwe nehiştin ku gelê Kurd li Efrînê bi aramî bijî. Bi hezaran gel hatin koçberkirin. Tevî hemû êş û zehmetiyan gel îro li ber xwe didin.