Li Şengalê perwerdeya welatparêziyê
- 13:53 29 Gulan 2018
- Rojane
Dalîla Axîn/Orîvan Ebdo
ŞENGAL - Li Şengalê ji bo perwerdeya jinan Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Binevş dest pê kir.
Bi armanca perwedekirin û pêşketina jinan a di nava civakê de li Şengalê Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Binevş dest pê kir. Di perwerdeyê wekî mijar îro welatparêzî û xweparastin hat dîtin.
Derbarê perwerdeya xweparastin û welatparêziyê de Fermandara YJŞ'ê Axîn Tolhildan got:"Ji bo siberojek azad û civakek zana û welatparêz em li vir hewl didin ku gel bi hişmediyek ji xwe haydar tev bigerin. Akademiya Ş. Binevş ji bo me wekî rûmet û hêzekê ye. Ji bo parastina ji desthilatdaran û pêşketina civakê divê em xwe perwerde bikin."
Mamosteya bi navê Celile Meto ya ku beşdarî perwerdeyê bû jî wiha got:"Ez gelek kêfxweş im ku min perwedeyek wiha girt. Ev 5 roj in ku em li Akademiya Şehîd Binevş perwedeyê dibînin. Perwerdeyên bi vî rengî ji bo siberoja zarok û civakê gelek girîng e. Di nav van 5 rojan de me perwerdeya gelek mijaran girt. Banga min ji hemû jinên Êzidî hene ku beşdarî perwerdeyê bibin. Ji bo em wekî civak pêş bikevin ev perwerdeyên bi vî rengî ji bo me wekî av û xwarinê girîng e. "