Parêzerên Abdullah Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan

  • 12:01 29 Gulan 2018
  • Rojane
Parêzerên Abdullah Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 759’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Cengîz Yureklî û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 759’emîn serî li Serdozgeriya Komar ya Bursayê dan. 
 
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 758 car bi hincetên mîna “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hatin redkirin.