Li Mûşê sindoqên gelek gundan dê ji cihên xwe bên barkirin

  • 11:07 29 Gulan 2018
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûş`ê sindoqên gelek gundan dê ji cihên xwe bên barkirin. 
 
Li Tirkiyeyê gel dê di 24`ê hezîranê de biçe ser sindoqan. Bi nêzîkbûna hilbijartinê pêkûtiyên hikûmetê jî berdewam dikin. Li  gelek gund û navçeyên Serhedê dê cihên sindoqan bên guhertin. Li gundên girêdayî navenda Mûşê û gundên Gimgim, Kup, Milazgîrt,Tîl`ê wê cihê sindoqan bên guhertin. Gundên ku dê sindoqên wan bên vekişandin wiha ne:
 
Sindoqên gundê Bezarê wê bişînin  Gundê Akbaş ê. Sindoqên gundê  Beyramê wê bikşînin gundê  Akbar ê. Sindoqên gundê  Xirbaşîşê wê bişînin Akbar ê. Sindoqên gundê  Kavarê  wê bişînin Porgof ê. Sindoqên Xartusaxerabe wê bişînin Sirong ê. Sindoqên Petarê wê bişînin  Karnikê. Sindoqên  Kalecîkê wê bişînin Ewranê. Sindoqên gundê  Xazyayê wê bişînin gundê Anzarê.  
 
Her wiha sindoqên gundên hemû navçeyên Mûşe wê bişînin gundên cuda.