Li Stewrê xebatên hilbijartinê: Ji bo aştî û azadiyê HDP

  • 09:11 29 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên Stewrê diyar kirin ku wê dengê xwe  ji bo aştî û azadiyê bidin HDP’ê û gotin divê li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkevin.
 
Li Mêrdîna ku di her hilbijartinê de herî kêm 4 parlamenter tên derxistin, xebatên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî didomin. Li Mêrdînê gel di bin sîwanekê de tên cem hev û li gundên Stewrê jî tevgerek mezin tê jiyîn. Jinan diyar kirin ku partiya dengê xwe bidinê diyar e û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê .
 
Turkan Erturk ya li gundê Barman dijî wiha dibêje: “Em kurdin em dengên xwe didin xwe. Me heta niha zilm dît. Jinên me hatin qetilkirin. Li kolanan hatin kuştin. Em ne van ji bîr dikin û ne jî tiştên din. Em ê dengê xwe bidin xwe. Heta dawî em ê mafê xwe biparêzin. Em li pişt doza xwe ne.”,
 
‘Em îrada xwe nafroşin kesî’
 
Adliye Aydin jî ev tişt got: “Em aştî û aramiyê dixwazin. Bila girtiyên zindanan bên berdan. bila xwîn nerêje. Em dengê xwe didin partiya xwe. Çiqas asîmele bikin jî em ê zimanê desthilatdariyê hîn nebin. Em ê dengên xwe nefroşin.”
 
‘Bila ev zilm biqede’
 
Hacîre Karataş jî destnîşan kir ku bila zindan vala bibin û got: “Girtiyên di temenê biçûk de hatin girtin niha mezin bûne. Em dengên xwe nadin zîhniyeta ku zarokên me girtine. Bila kes ji bo çewalek komir neyê ber deriyê me.”
 
Azîme Guneş berteka xwe wiha anî ziman: “Tevî komkujî û rondikan gel hêviya xwe winda nekiriye. Bi yek gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Gelê Kurd ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir. Sedema şer tecrîde. Emê bi dengên xwe tecrîda li ser rêberê xwe bişkînin. Em ê denga xwe bidin îrade û nasnameya xwe.
 
Selamet Budak jî ya li bajaroka Ewêna a Stewrê dijî jî  bi lêv kir ku wê denga xwe bide HDP’ê û heta dawiya dilopa xwîna wan wê li ber xwe bidin.
 
Mevlude Budak jî destnîşan kir ku ew jiyanek bi rumet dixwazin û got divê hemû jin xwedî li îradeya xwe derkevin.
Şukran Budak anî ziman ku wê ji bo pêşeroja zarokên xwe HDP’ê tercîh bikin.