‘Aqûbeta krîza aborî wê sindoq diyar bikin’

  • 09:06 29 Gulan 2018
  • Rojane
AMED – Jinên Amedî bertek nîşanî krîza aborî dan gotin ku ji bo  krîza aborî bê çareserkirin hilbijartina pêşiya wan girîng e.
 
Ji ber krîza aborî û buhabûna dowîz, esnaf pêrîşan bûn û welatî jî ji ber krîzê gazincan dikin. Jinên Amedî anîn ziman ku ji ber krîza aborî rewş ber bi  xirabûnê ve diçe. Jinên Amedî diyar kirin ku ji bo krîza aborî bê çareser kirin pêwîste hikûmet bê gûhertin.
 
Jina bi navê Bîrgul Taş anî ziman ku rewşa tê de ne wiha derbas nabe û got ku her tişt gelek buha ye. Bîrgul got ku hesabê di malê de dike û yê li dirve hev nagireû wiha bi lêv kir: “Dema em tên bazarê em dibînin ku her tişt buha bûye. Ger ku wiha derbas bibe wê gel pêrîşan bibe û gelek zirarê bibînin. Di vê pêvajoyê de hemû tişt buha dibe û buhayê dowîz her roj zêde dibe. Tirkiye ber bi rewşekî xirab ve diçe. Pêwîste di demeke nêz de çareseriyek bê dîtin. Kesên ku niha li ser desthilatdariyê ne bi tenê li xwe difikirin. Tu kes li gel nafikirine. Ger îro li gel bifikiriya em niha ne di vê rewşê de bûn.”
 
Bîrgul, diyar kir ku di hilbijartinê de kesê bê hilbijartin dikare krîza aborî  çareser bike û ev tişt got: “Em dixwazin ku ev  hikûmet êdî biguhere. Ji bo guhertinê jî divê ku şer biqede û aramî hebe. Ji bo hatina aramiyê jî divê ku HDP bê ser kar. Ez dixwazim ku her kes dengê xwe bide hedepê.”
 
‘Aborî roj bi roj tune dibe’
 
Jina bi navê Latîfe Yildiz jî bi lêv kir ku dema tên bazarê matmayî dimînin û wiha pêde çû: “Em heyirî dimînin ku em çawa pereyê di berîka xwe de bikarbînin da ku têra lêçûnên me bike. Ji ber krîza aborî her tişt gelek buha bûye. Li bazarê de zebze, li qesap jî goşt gelek buha ye. Goştê îthal ê ku ji derve tînin baweriya min pê nayê. Ji ber vê jî nafikirim ku bikirim. Dibêjin ku aborî mezin bûye lê em dinêrin ku aborî mezin nebûye, berovajê wê biçûk bûye. Aborî roj bi roj tune dibe. Bila di demeke nêz de çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin. Aqûbeta krîza aborî wê sindoq diyar bikin. Kesên ku welat rêve dibin bi qasî li hilbijartinê difikirin li aboriyê nafikirin.”
 
‘Çareseriya vî welatî wê sindoq diyar bikin’
 
Jina bi navê Nesrîn Bîçer jî bertek nîşanî krîza aborî da û di berdewamiya axaftina xwe de got ku sedema van hemû tiştan hikûmet e. Nesrîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinê û got ku ji bo krîza aborî bê çareserkirin, di hilbijatinan de rêveberiya  ku bê hilbijartin girînge û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareseriya vî welatê wê sindoq diyar bikin. Divê em rêya rast hilbijêrin.”