ROJEVA 29'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 29 Gulan 2018
  • Rojev
*Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê û niha girtî, Selma Irmak ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocealiyê name şand ji ajansa me re û bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û got:"Ji bo sedsalek din jî em nêyên çewisandin divê em tifaqê di nav xwe de ava bikin û li dijî faşîzma tarî têbikoşin. Çarenûsa hilbijartina pêşwext bi dengên Kurdan girêdayiye. Loma divê Kurd bi rihekî yekîtiyê tev bigerin û dengên xwe bidin HDP'ê."
 
*Dirûnxaneya Mexmûrê ya bi 20 jinan salên dûr û dirêj ên penaberiyê xizmeta gelê Mexmûrê dike, hê jî vê xebata xwe berdewam dike. BI DÎMEN
 
*Jinên Amedî bertek nîşanî krîza aborî dan gotin ku ji bo  krîza aborî bê çareserkirin hilbijartina pêşiya wan girîng e. BI DÎMEN
 
*Oy ve Otesî ku ji bo hilbijartinan dest bi xebatan kir wê li ser 190 hezar sindoqî ewlehiya hilbijartinan bigire. Endama Lijneya Rêveber Sevcan Çamlidag  diyar kir ku tevî 10 roj berê qeydên muşahidiyê dest pêkirine hejmara dildaran gihaştiye 10 hezarî û banga dildariyê li hemû kesî kirin.
 
*Jinên Stewrê diyar kirin ku wê dengê xwe  ji bo aştî û azadiyê bidin HDP’ê û gotin divê li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkevin. BI DÎMEN
 
*Ji Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz destnîşan kir ku yekane partiya ku mafên jinan ji rêziknameyê derxistiye û xistiye meriyetê HDP ye û got wê piştgiriyê bidin namzetên ku qanûnên ji bo fêdeya jinan derdixin. BI DÎMEN
 
*Yek ji namzetên ciwan ên HDP’ê Dersîm Dag xwe bi gotina ‘Ez di têkoşînê de mezin bûm’ da nasîn û wiha got: “Divê pergala perwerdeyê bi giştî bê guhertin. Di meclîsê de dikare Komîsyona Jinan a Ciwan bê avakirin. Divê mirov pirsgirêkan ji kokê de  çareser bikin.” BI DÎMEN
 
*Kiznaz Turkelî ya ji Îdirê ji rêza duyem namzeta HDP’ê ye, balkişand ser pir rengî û nûneriya jinan a HDP’ê de û bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê. BI DÎMEN