Li Edîrneyê kuştina bi guman a zarok û jinekê

  • 17:55 28 Gulan 2018
  • Rojane
EDÎRNE - Li Çemê Meriçê yê Edeneyê cenazeyên zarok û jinekê hat dîtin. 
 
Li Çemê Meriçê yê navçeya Uzunkopruyê ya Edîrneyê cenazeyên jinek li dor 30-35 salî û zarokê li dora 8-10 salî hatin dîtin. Welatiyên derdorê agahî dan polîsan û ekîbên ku hatin cihê bûyerê cenazeyên wan ji çem derxist. Li lêkolîna ekîbên tenduristiyê jina ku cenazeyê wê ji çem hat derxistin ducanî bû û hat diyarkirin ku cenazeyên wan ev 5 roj in di çem de ye. Cenazeyên zarok û jina ducanî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.