Forma jinên Sûriyê hat destpêkirin

  • 16:41 28 Gulan 2018
  • Rojane
QMIŞLO - Li ser banga Lijneya  NY'yê  ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş Forma Jinên Sûriyeyê hat destpêkirin. 
 
Li ser banga Lijneya Neteweyên Yekbûyî ( NY )   ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş Forma Jinên Sûriyeyê hat destpêkirin. Forma ku ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyê ve hat lidarxistin, bi beşdarbûna dehan çalakvanên jin û encamên tevgerên jinan ên di warê mafên jinan de kar dikin, her wiha endamên saziyên civaka sivîl li Salona Sehara ya Bajarê Qamişlo dest pê kir. Di formê de girîngiya nîqaşan û pîlankirina karên taybet bi jinan, her wiha nerînên hevbeş di nava beşdaran de hatin nîqaşkirin.
 
Axaftina vekirina formê ji aliyê Kordînotora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hat kirin û wiha hat gotin: "Girîngiya avakirina lijneyeke bi vî rengî  ji bo xebatên jinan, da ku rewşa jinên Sûriyê di rewşa şer de were analîzkirin, pir girîng e. Her wiha divê xebatên pêşîn ên saziyên parstina jinên Sûriyê esas werigin girtin. Jinan çawa ji qanûnên jinan sûd  wergirtin û çawa bi xwe biryara xwe dan, dikarin parastina xwe û malbata xwe jî bikin. "
 
Lîna di dawiya axaftina xwe de jî hêvî kir ku civak karibe bi adîlane û wekhev kar bike da ku derfetan peyda bike.