Pero Dundar: Wê gelê kurd çarenûsa vê erdngariyê biguhere
- 16:11 28 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Namzedên parlamenteriyê yên Mêrdînê ku tevli vekirina buroyên hilbijartinê bûn rastî eleqeyeke mezin ya gel hatin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên Hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mêrdînê li du navendan buroyên hilbijartinê vekrin. Di merasîma vekirinê ya ku li Sitewrêyê hat kirin de de gel eleqeyeke mezin nîşan da. Di mrasîma ku hat kirin de Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdîn ê Mîthat Sancar, namzedên parlamenteriyê yên Mêrdînê Pero Dundar, Gulbîn Şahîn Daghan, û Dîlaver Onal û rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê tevli bûn.
Namzeda parlamenteriyê ya HDP'ê Pero Dundar di merasîmê de axîvî. Pero diyar kir ku HDP temsîliyeta gelên Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Dema ku nû DHP hat damezrandin me diyar kiribû ku em ê tevahiya Tirkieyê temsîl bikin. Em îro jî rêya xwe berdewam dikin. Her partiya ku gel li cem be wê bi ser keve. Çarenûsa AKP'ê û ya vê erdnîgariyê wê HDP biguhere."
Piştî vekirina buroyê Heyetê esnafên li navêedê ziyaret kirin.
Gelê Elfanê eleqeyeke mezin nîşanî namzedan da
Piştî serdana esnafan heyet çû gundê Elfanê, bi gel re hat gel hev û buroya hilbijartinê vekir. Li gel eleqeya zêde namzedên parlamenteriyê Dîlaver Onal û Gulbîn Şahîn axaftinên kurt kirin û heyetê bi gel re govend girt.
Piştî vekirina buroya li Elfanê Heyet ji bo ku buroya hilbijartinê veke çû navçeya Midyadê ya Mêrdînê.