Li navçeya Kope bi coşeke mezin bûroya hilbijartinê hate vekirin

  • 15:29 28 Gulan 2018
  • Rojane
MÛŞ - Li Kopê bi pêşengiya namzetan bûroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
Di çarçevoya 24`ê Hezîranê xebatên HDP`ê bênavber berdewam dikin. Li navçeya Kopê gel bi eleqeyeke mezin heyeta HDP`ê pêşwazî kir.  Bi tevlîbûna namzetên HDP`ê Gûlîstan Kilıç Koçyiğit,Mensur İşik,Şevîn Coşkun ,Adem Topçu ù li gel rêxistinên HDP,DBP`ê yên navend û navçeyan bûroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
`Ger ku zilm hebe têkoşîn û berxwedana karker,kedkar û jinan heye`
 
Di vekirina bûroyê de Gûlîstan Kiliç koçyigit axivi Gûlîstanê bal kişand ser 24`ê hezîranê û wiha axivi;“Em 24`ê hezîranê dê bikevîn rojên nû. Em vê hilbijartinê wekî hilbijartina êrîşkar bi nav dikîn. Tenê armancek vê hilbijartinê heye welat rêve nabin nêçar mane.AKP ferz dike ku  ewê xwe bi vê hilbijartinê rizgar bikin lê ewê hesab bidin. Emê 24`ê hezîranê ji zilmê,zordariyê hesab bipirsîn. 24`ê hezîranê keda xwe,karê xwe ji wan bistînîn. Ger ku zilm hebe têkoşîn û berxwedana karkeran,kedkaran û jinan heye.  24`ê hezîranê dê bibe çûyina roja AKP`ê. Bi çûyina AKP`ê emê dîrokê ji nûve binivîsîn.”
 
Piştî Gûlîstanê namzetên din jî gel slav kirin û bûro bi pêşengî û coşa gel hate vekirin. 
 
Piştî vekirina bûroyê namzetan li esnafan  belavokên 24`ê hezîranê belavkirin.