Li 7 navçeyên Amdê bi biryara YSK'ê cihê sendoqan hat guhertin
- 14:08 28 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê re YSK'ê li 7 navçeyên Amedê biryar da ku sendoqên wê ji bo hilbijartinê bên danîn bînin cem hev û bikin yek. Li navçeyên Amedê Bismil, Pîran, Hezro, Hênê, Pasûrê biryar hat dayîn ku li taxekê bikin yek û ji bo sendoqaên li Licê jî biryara ku sendoqan bi herêma polîsa re bikin yek hat dayîn.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serêdana Walîtya Amdê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bila sendoqan bikin qebûl kir û biryar da ku sendoqan bikin yek.
Li Pasûrê 14 herêm li 7 herêman anîn cem hev
Li Pasûrê biryar hat dayîn ku sendoqên li taxa Yeşîl koy Tepecîk û Karbûlak bibin dibistana şevînî ya bi navê Dibistana Seretayî ya Ataturkê, yên li taxa Demîrel, Taşkopru û Duzceyê jî bi taxa Bayirê, yên li taxa Guleç û Çukurca yê jî bi taxên Akbulakê re, sendoqên li taxa Gulluk û Kurudereyê jî bi yên taxa Zeyrekê re, yên li taxa Kaynakê jê bi yên Agaçliyê re, yên taxa Elmaliyê bi yên taxa Karpuzluyê re, yên li taxa Uygur û Bagcilarê jî bi yên taxa Kamişliyê re kirin yek.
Li Licêyê sendoq bi herêma polîsan re kirin yek!
Li Licêya Amedê jî sendoqên li taxa Daralanê bi yên li taxa Duru re, yên li Budakê bi yên li taxa Tepeyê re, yên li taxa Baharlar û guldîkeneê jî bi yên taxa Uçdamar re, yên Abali, Ergîn, Kiralan û Tuzlayê jî bi yên Çeperê re, yên li taxên Baglan, Çavundur, Dlunay, Esenler, Ortak, Uçarli û Yalazayê jî bi yên taxa Kayacik re kirin yek. Herwiha sendoqên li taxa Damarê jî li herêma polîsan li Lîseya Anadoliyê û dibistana navîn ya Mevlut Ilgirn re kirin yek.
Li Hênê û Farqînê jî 13 herêm kirin yek
Li navçeya Hênê sendoqên li taxên Okur û Susluyê bi taxa Gurbuzê re, yên li taxa goçmenê jî bi ya kirimê re, yên li taxa Kalabayê jî li navenda navçeyê li Dibistana Seretayî ya Ataaturkê, yên li taxa Çaldere, Dolapdere, Ormandaşîi, Babakaya û Altunkumê jî biryar hat dayîn ku bi yên taxa Bayrambaşiyê re bikin yeke. Li Farqînê jî ji bo sendoqên li taxa Kayadere biryara hat dayîn ku bi yên Çardakdereyê re, yên li taxa Uçbasamak jî bi sendoqên li taxa Gunduzê re bikin yek.