Çand û jiyana ku di bin keda jinê de tê parastin
- 13:38 28 Gulan 2018
- Rojane
Vîyan Seîd-Delîla Axîn
ŞENGAL - Dayika Xezal Silo ya ku xwedî kedek bi nirx û giranbiha anî ziman ku wê tevî hemû zor û zehmetiyan zarokên xwe heta vî emrî aniye û hîn jî ji bo zarokên xwe û parastina çanda xwe têdikoşe.
Dayika Xezal Silo di bin zordestiya Rejîma Baasê de zarokên xwe xwedî kiriye û çanda xwe parastiye. Dayika Xezalê tevî hemû zor, zehmetî û fermanên ku bi serê wan de hatiye zarokê xwe li gor çanda xwe ya qedîm mezin kiriye.
Dayika Xezalê wiha got:"Em wekî civaka Êzidî bi gelek zehmetiyan rû bi rû mane. Ji rejîma Baasê bigire heta niha her dem êrîş li dijî ol û çanda me hatiye kirin. Tevî hemû zordestiyan min zarokên xwe li gor çand û hunera xwe mezin kir. Di bin tirsa Rêjîma Baasê de me berê xwe didan çiyayên Şengalê û me dar û hejik dianî. Her wiha me berê xwe didan kaniyên avê û me bi destan av dianî mala xwe. Seddam jî gelek zilm li me û zarokên me kir lê tu carî me bejna xwe netewand."
'Em hemû dayik bi rihê wekheviyê têkoşiyan'
Dayika Xezalê diyar kir ku ew û hemû dayikên Şengalê bi hev re li dijî zordestiyan û zextan tevdigeriyan û têdikoşiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hemû sîstemên ku hatin avakin li gor berjewendiya xwe heta niha tev geriyan. Di nava vê berjewendiyê de jî herî zêde jin û zarok dihat çewisandin û hewl dida dayin ku jin û zarok ji çand û hunera xwe dûr bê xistin. Lê me wekî jinên li Şengalê tevî fermana DAÎŞ'ê ya herî dawî her dem li berxwe da ku em û zarokên xwe ji çand û hunera xwe dûr nekevin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Çand û jiyana encax di bin keda jinê de bê parastin."