YSK'ê biryar da ku 224 sendoq ji cihên wan bên barkirin

  • 12:57 28 Gulan 2018
  • Rojane
WAN - YSK'ê ji bo 10 navçeyên Wanê biryar da ku 224 sendoq ji cihên wan bên barkirin û li cihekî din bikin ye. Ev biryara YSK'ê wê bandora xwe ya neyînî li ser 50 hezar hilbijêr bike. Her wiha 3 endamên YSK'ê ku li dijî biryarê dengê xwe bi kar anîn jî diyar kirin ku di hilbijartinên berê hatine kirin de li gundên mijara gotinên ne di warê ewlehiyê de tu pirsgirêk nehatiye jiyîn. 
 
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Daxwaza Walîtiya Wanê ya "Bila li hin herêmên ku hilbijartin li wan bê kirin sednoqan bikin yek" qebûl kir. Li gorî lîsteya ku ji aliyê YSK'ê ve hat aşkerakirin; li 10 navçeyên bajarê Wanê wê 224 sendoqan ji cihên wan bar bikin û bikin yek. Herwiha YSK'ê tenê biryara ku bila sendoqan bikin yek jî neda, di heman demê de hilbijêrên ku taxekê rûdinin jî biryar da ku beşeke wan li taxekê beşa din jî li taxekê dengê xwe bi kar bînin. 
 
Li gel 10 endamên YSK'ê  3 endamên ku dijiberî biryarê dengê xwe bi kar anîn jî diyar kirin ku li taxên wê sendoqan li wan bikin yek tu sedemek ji bo ewlehiya hilbijartinê nehatiye ragihandin tenê ji aliyê rêveberiyê ve hincetên razber hatine nîşandan.