Heyetek Almanyayê serdana zarokên Şengalê kir

  • 12:07 28 Gulan 2018
  • Rojane
Viyan Sayd/ Orîvan Ebdo
 
ŞENGAL - Heyetek Almanyayê serdana zarokên Şengalê kir. Heyetê ji zarokan re çalakiya muzîkê li dar xist û herî dawî diyarî dan zarokan. 
 
Heyetek Almanyayê li Xanesora Şengalê serdana zarokan kir. Heyetê ji zarokan re çalakiya muzîkê li dar xist û herî dawî diyarî dan zarokan. 
 
Li ser navê heyetê Sozanîn axivî û got:"Em spasiya gelê vê derê dikin ku derfet dan me û em hatin serdana zarokan. Ji ber vê rewşê em gelek kêfxweş in. Em û hevalên xwe ji Amerîka, Brîtanya û ji Almanyayê hatin vê derê. Em dixwazin her zarok bi awayekî azad û ewle li ser axa xwe bijîn. Armanca me ew e ku em zarokên li vir ku pir êş kişandine kêliyekê be jî kêfxweş bikin û vê êşê bi bîr bînin. Em bi hatina xwe ya Şengalê kêfxweş in."
 
Zaroka bi navê Metîn Ebas kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:"Em îro hatine parka zarokan em gelekî kêfxweş in. Ez û birayê xwe bi hev re hatin vir, em bi çalakiya mûzikê û bi van diyariyan gelek kêfxweş bûn."
 
Her wiha zaroka bi navê Raxde Silêman jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:"Em spas dikin ku ev roja ji bo hat lidarxistin. Em dixwazin hemû cîhan deng û êşa me bi lêv bikin û me ji bîr nekin."