Gûlîstan Kiliç Koçyiğit: Gel dê di 24'ê Hezîranê de dawiya AKP`ê bîne
- 09:20 28 Gulan 2018
- Rojane
MÛŞ - Di çarçevoya xebatên hilbijartinê de li navçeya Tîr'ê (Korkut) bûroya hilbijartinê hate vekirin.
Li Serhedê xebatên hilbijartinê şev û roj bênavber berdewam dikin. Li navçeya Tîr`ê(Korkut) bi tevlîbûna namzetên HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyiğit û Mensur İşik bûroya hilbijartinê hate vekirin. Destpêkê namzetê HDP`ê yê Mûş`ê Mensur Işik axivi Mensur bal kişand ser 24`ê Hezîranê û got ku ew ê di 24`ê hezîranê de AKP`ê li Tirkiyeyê xelas bikin.
`Em ê bi gelên xwe re di 24`ê Hezîranê de dawiya AKP`ê bînîn`
Piştre Gûlîstan Kiliç Koçyiğit axivi Gûlîstanê destnîşanî îttîfaqa AKP`ê û MHP kir û got ku 24`ê Hezîranê dawiya zilimkaran e û wiha axivi;“Pirsgirêka hevpariyê heye. Ji yekitî û hevpariya gelan ditirsin. Ev 2 sale em bi zilmeke mezin rû bi rû ne. Sedema vê zilmê îktîdara heyî ye. Naxwazin kurd azad bibin û li Rojava bibin xwedî statû. Ji ber wê jî li her çar perçeyên Kurdîstanê bi heman siyasetê û êrîşan didin meşandin. Lê li hemberî zilmê gotinek me heye. Rast e bajarên me hemû hilweşandin zilmeke mezin ser serê me kirin, lê em dizanin ku ev gel di nav hemû zehmetiyan de xwedî vîna xwe û nasnameya xwe derketiye. Dê 24`ê hezîranê nebe rizgariya AKP`ê. Çawa ku dawiya fîravunan hatiye dê dawiya Recep Tayyîp Erdogan jî bê. Em ê di 24`ê Hezîranê de îttîfaqa faşîst a cumhur têk bibîn. Serkeftin a me ye.”
Bername bi coşeke mezin bi govenda gel bi dawî bû.