Perwerdeya Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê bi dawî bû

  • 09:13 28 Gulan 2018
  • Rojane
Ruken Cudi-Devrim Amed
 
DIRBESIYE - Li Gundê Jinwarê li Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê perwerde bi dawî bû. Dê perwerde li Kobanê, Şehba û li Minbicê bidome. 
 
Di 21'ê Gulanê de li Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê ya li Dirbesbiya Bakurê Sûriyeyê perwede dest pê kiribû. Perwerdeya ku dest pê kir bi nîqaşên girîng bi dawî bû. Li Gundê Jinê yê Jinwarê hefteyekê derbarê mijarên wek dîroka jinê, etîk, estetîk, wateya jîneolojiyê û armanca wê de, nîqaşên girîng hat kirin. Li kampê çalakiyên civakî jî hat lidarxistin û ev yek ji bo jina bû moralekî mezin. 
 
'Em dixwazin Jîneolojiyê ji hemû jinan re rave bikin'
 
Îsyan Dilsoz a ku di nav lijneya perwerdeyê de cihê xwe digire diyar kir ku ew dixwazin jîneolojiyê ji hemû jinan re rave bikin û got:"Ji her çar parçeyên Kurdistanê jin beşdarî perwerdeyê bûn. Di heman demê de jinên Ereb, Fransizî û jinên ji çandên cuda jî beşdarî perwerdeyê bûn." 
 
Jin li hêza xwe mikur hatin
 
Îsyanê da zanîn ku ji dersa ewîlê de hişmendiyek bi jinan re ava bû û got:"Di dersa dîroka jinê de me çanda xwedawendiyê nas kir. Me gelekî moral girt û hişmendiya me berfirehtir bû. Em hîn bûn ku di esasê xwe de jîneolojî bi sedsalan e heye lê me ev nizanîbû. Di dersa etîk û estetîk de jî me fam kir ku kapîtalizm di bin navê 'xweşikbûnê' de mirovan ne xweşik dike. Nîqaşên me gelek dewlemend bû. Di dersa wekheviyê de me têgeha bihevrebûna jin û mêr a di her qadê de fam kir. Di dersa anatomiyê de têgihandina gel a li dijî bedena jinê me raxist ber çavan. Her hevalên me jiyana xwe mînak da û vê yekê jî bandorek mezin li ser me çê kir."
 
Dê perwedeyên li kampa bidomin
 
Îsyanê anî ziman ku dê perwedeyên wan ên li kampa bidome û got wê li Kobanê, Şehbayê û Minbicê herkê mehekê perwede dewam bike û meha li pêşiya me dê ji Ewropayê jinên ciwan werin û ji bo vê yekê jî plansaziya mehekê hat avakirin. 
 
'Me pêşengtiya Şoreşa Rojava girt ser milên xwe'
 
Îsyanê diyar kir ku projeyên wan ji bo hemû civakê ye û wiha domand:"Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Me pêşengtiya Şoreşa Rojava girt ser milên xwe. Nasnameya jina ciwan heye lê em vê hişmendiyê di perwerdeyan de bêtir derdixin pêş."