Gotina 'Bijî Serok Apo' li ser lêvên zarokan bûye sitran

  • 09:11 28 Gulan 2018
  • Rojane
Vîyan Seîd/Orîvan Ebdo
 
ŞENGAL - Di çavên zarokan de her tim hêviyên serkaftinê yên mezin hene. Ji zarokên 5 salî heya kal û pîrên 55 salî gotina "bijî serok Apo" "Bê serok jiyan nebe" ji bo wan bûye dirûşma serkeftinê û azadiyê.
 
Zarok bi gotin û sitranên xwe xeyalên xwe yên azadiyê didin nîşandan. Îro her zarokek ku bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan tê mezinkirin, gotina nû ku ji devê wan derdikeve " Bijî serok Apo" ye. Dema mirov dibîne zarok di gotinên xwe de dibêjin em bi fikr û ramanên Rêberê xwe mezin dibin wê demê mirovahî bi azadiyê hay dibe. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne, di dil û mejiyê hemû zarokan de xeyalên mezin yên serkaftinê hene.  Pêşeroja civaka azad ev zarokên ku bi fikir û ramanên Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocelan mezin dibin e.
 
JI van zarokan yek jê jî keça biçuk ya êzidî Nêvîn Xabur e ku bi dengê xwe yê zelal gotinên xwe û sitranên xwe diyarî Rêberê xwe Abdulah Ocelan dike. Herî dawî Nêvîn Xabur silav û heskirinên xwe ji bo Rêberê xwe dişîne.  Dilê wan zarokan  bi Abdullah Ocalan  lê dide. Zarokên ku berî bibêjin dayê an jî bavo dibêjin  "Apo" û piştre jî bi wan tilîyên xwe yên biçûk dengê xwe hîn bilindtir dikin hewl didin kû dengê wan kesên guhê xwe girtine veke. Heta ku ev zarokên Kurdîstanê hebin wê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser ziman bibe stran û  belav bibe li asîman û erdnîgarîyan. Wê kî kari be vê asteng bike?