ROJEVA 28''Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 28 Gulan 2018
  • Rojev
*Dayîkên Mexmûrê pişgirî dan dayîka aştiyê Cemile Aydin a ji Îzmîrê di lîsta hilbijartinê ya HDP'ê de cîh girtiye. BI DÎMEN
 
*Jinên li buroya jinan a HDP’ê ya li Cizîrê vebûye hatin cem hev tax bi tax xebatên rêxistinê hilbijartinê dimeşînin. Jinan zarok, ciwan û jinên li Cizîrê hatine qetilkirin bi bîr anîn û gotin: “Em nikarin piştî evqas ciwan runên.” BI DÎMEN
 
*Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokeratîk PYD'ê Menal Mihemed derbarê hilbjiratinên Tirkiyê de nirxandin kir û diyar kir ku divê  genlên  Tirkiyê zanibin ku dengê xwe bidin kê, ji demokerasiyê re bibêjin erê û ji desthilatdariya faştî re bibêjin na. BI DÎMEN
 
*Jinên li Îzmîrê xebatên hilbijartinê dimeşînin diyar kirin ku desthilatdarî ji HDP’ê yanî ji jinan ditirse û wiha gotin: “Li dijî kesên sûcên şer kirin em dibêjin HDP’e.” BI DÎMEN
 
Li hemberî zêdebûna dolar hikûmet dibêj ‘krîz tune ye’. Jinên esnaf bertek nîşanî van gotinan dan. Yek ji jinên esnaf Emîne Bal bang li hikûmetê kir û got : "em pereyê balafira we bidin werin rewşa me bibînin." BI DÎMEN
 
*Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan ku ji Mêrdînê namzeta HDP’ê ye diyar kir ku wê binpêkirinên mafan û gelek dosyayên Nisêbînê birine salonên dadgehê û got wê niha dengê Nisêbînê bibe meclîsê. BI DÎMEN
 
*Di çavên zarokan de her tim hêviyên serkaftinê yên mezin hene. Ji zarokên 5 salî heya kal û pîrên 55 salî gotina "bijî serok Apo" "Bê serok jiyan nebe" ji bo wan bûye dirûşma serkeftinê û azadiyê.
 
*Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan derbarê ‘Deklerasyona Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd’ a HDP’ê de nirxandin kir  û diyar kir ku madeya rojeva herî girîng a Tirkiyeyê aştî ye û wiha got: “Aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Muxatabê sereke ye. Divê demildest gûh bidin Birêz Ocalan. Ji bo xebatên Birêz Ocalan carek din derkeve holê divê demildest pê re hevdîtin bê kirin.” BI DÎMEN
 
*Li Gundê Jinwarê li Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê perwerde bi dawî bû. Dê perwerde li Kobanê, Şehba û li Minbicê bidome.