Pervîn Buldan: Hûn sindoqan bibin fezayê jî hûn ê têk biçin!
- 17:01 27 Gulan 2018
- Ramyarî
ÎZMÎR - Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku heke AKP sindoqan bibe fezayê jî wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bide.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Bayrakliya Îzmîrê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya partiya xwe bû.
Pervîn di vekirina buroya hilbijartinê de got ku, ew ê îro li vê derê mîtîngê li dar naxin, ew tenê buroya xwe ya hilbijartinê vedikin û spasiyên xwe pêşkêşî heval, hogir û jin û mêr û ciwanan kir ji ber ku ber buroyê veguerandin qada mîtîngê.
Pervîn axaftina xwe wiha domand: “Îzmîr bajarekî aştî û azadiyê ye. Îro sedema ku HDP li Îzmîrê tê hezkirin ev e ku, têkiliya wê bi aştî û azadiyê heye. Namzetên HDP’ê nîşana vî tiştî ne. Di lîsteya me ya namzetan de namzetê me yê ji Afrîkayê û yê ji Behra Reş mil dane hev. Gelên Behra Reş û gelê Efrînê, gelê Kurd û gelê Tirk îro gihiştine hev û em li Îzmîrê dest bi xebatên hilbijartinê dikin."
Silvaên Selahattîn Demîrtaş
Pevîn di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku wê silvên Selahattîn Demîrtaş anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji Edîrneyê hatim vê derê. Min silav û coşa Selahattîn ji we re anî. Destûr nedan ku li Edîrneyê em Demîrtaş bibînin. Nehiştin em biçin ba namzetê xwe yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ku di dilê milyonan kesan de ye. Ew dibêjin qey wan Selahattîn di nav çar dîwaran de asê kirine lê îro li vê derê bi hezaran Demîrtaş hene. Em ji vê derê silavan ji Demîrtaş re dişînin."
'HDP baweriya jin û ciwanan e'
Pervîn wiha dirêj da axafitna xwe: ‘’HDP hêviya aştiya welêt e. HDP baweriya bi demokrasiye ye. HDP sembola xwîşk û biratî û azadiyê ye. HDP partiya têkoşînê ya azadî û wekheviyê ya jinan e, partiyeke jinan e. Baweriya ciwanan a bi azadiyê ye. Ji bo vê jî di du hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, em ê hem bi serkeftineke mezin parlamenteran bibin Meclîsê û hem jî em ê Selahattîn Demîrtaş bikin Serokkomar. Hûn sendoqan bibin fezayê jî wê gelê me biçe ser sendoqê û dengê xwe bide.’’
Pervîn bal kişande ser zext û zordarî û dek û dolabên AKP’ê yên li ser Kurdan û got, ‘’Me kuştinên kiryar nediyar dîtin, em hatin kuştin. Gundên me hatin şewitandin, êşkence li me kirin lê li ber ti dîktatorî me serî netewand. Me dema Tansû Çîller dît, dema Kenan Eren, me nêzîktiya Suleyman Demîrel a li Kurdan dît. Em dizanin ku politikaya îmha û înkarê ya hikûmeta AKP’ê ya li ser gelên Tirkiyê bi kêrî pîvazeke xirabe nayên, gelê me wê bersiva hewce bide.’’
'Biryara me xwişk û birata gelan e'
Bûldan li ser girîngiya vê hilbijartinê rawestiya û got, ‘’Ev hilbijartin wê çarenûsa gelên Tirkiyeyê diyar bike. Bi vî rengî wê biryarê li ser du tiştan bide. An li ser tarîtiyê yan jî li ser ronkahiyê. An wê ji zordarî, înkar, imhaya 16 salan a AKP’ê re bibêje ‘erê’ yan jî wê bibêje, ‘’na, em êdî ji AKP’ê re dibêjin, ‘T A M A M’, em biryara xwe li ser ronkahiyê, xwîşk û biratiyê didin.’’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî got: ‘’Em baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê ne ji hêla aborî, ne çandî, siyasî û aramiyê ve tiştek nedaye civaka Tirkiyê. Êdî serdema AKP’ê qediya. 25’ê Hezîranê wê Tirkiyeyeke bê Erdogan, bê AKP’ê hebe.’’