HDP li Amedê xebatên hilbijartinê dike

  • 16:23 27 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê li Amde û navçeyên wê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re hatin cem hev.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezranê de ku wê bê kirin li Amed û navçeyên wê bi hemû hêza xwe xebatên xwe berdewma dike.  Îro namzedên parlamenteeriyê yên HDP'li ku navçeyên Amedê, Baglar, Yenîşehîr, Sûr, Peyas, Licê, Pasûr, Egîl û Pîranê ku xebatên hilbijartinê kirin ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatin.
 
Baglar
 
Li navçeya Baglarê ya navenda Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de parlamentera HDP'ê ya Amedê  Sîbel Yîgîtalp û Rêxistina Navçeya Baglarê ya HDP'ê gundên navçeyê ziyaret kirin. Li gundên ku xebat li wan hatin kirin bi taybetî eleqeya zarokan a ji bo hedepê bal kêş û cihê kêfxweşiyê bû. Welatiyên ku dengê sitrana konvoya HDP'ê bihîstin bi coşeke mezin û bi nîşana serkeftinê ew pêşwazî kirin.
 
Licê
 
Heyeta ku namzedê parlamenteriyê yê Amedê yê HDP'ê Dêrsim Dag jî di nav de bû ku ji rêvebirên DHP û DBP'ê pêk dihat li gundên Licê bi gel re hat cem hev. Heyet bi flamayên HDP'ê û bi wêneyê namzedê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş hat pêşwazîkirin. 
 
Gelê Egil û Pîranê piştgitî dan
 
Li Egil û Pîrana Amedê jî heyeta ku namzeda HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî di nav de li gel rêxistinên HDP û DBP'ê serdana gel kirin. Heyet ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û gel piştgiriya xwe ji heyetê re ragihand.