Meclîsa Jinên Sûriyeyê: Ji Efrînê 119 jin hatin revandin
- 15:45 27 Gulan 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Meclisa Jinên Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiye û komên OSO'yê li Efrînê Sûcê mirovahiyê kirine, heta niha 119 jin ji Efrînê hatine revandin û bi êrîşa zayendî re rûbirû haine hiştin.
Meclîsa Jinên Sûriyeyê, li ser kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîna açpemeniyê li Salona Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM'ê ya li Qamişloyê hate dayin û gelek jinên endamên meclîsê tevlî bûn. Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat daxuyanî xwend.
'Tirkiye şerê sûriyeyê gûr kir'
Lîna di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser ola Tirkiyeyê ya di kurkirina aloziya li Sûriyeyê de û wiha got: "Rola Tirkiyeyê ji destpêkê heta niha di kûrkirina aloziya Sûriyeyê de herî mezin bû. Destwerdana wê ya rasterast jî hişt ku berê geşedanên siyasî û leşkerî bi temamî werin guhertin û hewldana vegera Osmaniyan li ser axa Sûriyeyê eşkere bû, nemaze ji bo pêkanîna komeke berjewendiyên stratejîk. Mijar ne ew e ku Tirkiyeyê sûd ji buyerên Sûriyeyê wergirtiye yan plan kiriye yan herî kêm dizanibû ku aloziyek wê derbasî Sûriyeyê bibe û di encamê de rola Tirkiyeyê di şerê li dijî Sûriyeyê bi awayekî zelal eşkere bû."
'Tirkiye hewl da ku hebûna xwe mayînde bike'
Lîna di dirêjiya axafitna xwe de bal kişand ser hewldana Tirkiye ya mayîndekirina li Sûrieyyê û ev tişt got : Rola Tirkiyeyê di hemû konferans û danûstandinên de yên ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re herî xirab bû, çi li Cenêvê, çi li Soçî û herî dawî di konferansa Astana 9 de. Tirkiyeyê bi rêya van konferansan hewl dide serweriya xwe li ser herêmên Sûriyeyê di bin hinceta kêmkirina pevçûnan misoger bike, lê ji xwe rêbazekî dagirkeriya van herêman di bin navên cûda de ne û ji bo evan herêm bibin spartgehên tabûrên terorîst û çekdar û tê de baregehên perwerdekirina wan di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bêne vekirin."
Ji bo rola Tirkiyeyê di destdirêjiya li dijî gelê Sûriyeyê de were temamkirin, Hêzên Tirkiyeyê di 20'ê Çileya îsal de êrîşeke ezmanî û bejahî li dijî herêma Efrînê da destpêkirin û hemû hevpeyman û pîvanên navneteweyî binpê kirin û dagirkeriya herêma Efrînê kir û welatiyên wê jî perîşan kirin û kuştin. Tirkiyeyê êrîşa xwe di bin navê (şaxê zeytûnê) de bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî de dest pê kir.
'Tirkiye Efrînê dagir kir'
Lînayê got ku Tirkiyeyê bi hincetên bê bingeh efrînê dagir kir û wiha berdewam kir: "Tirkiyeyê di vê êrîşa xwe de zindî û nezindî armanc girtin û di êrîşa xwe de çekên qedexekirî jî bi kar anîn û alîkariya tabûrên çekdar ên terorîst kir û êdî ji her kesî re têkliya Tirkiyeyê bi tabûrên çete re eşkere ye. Tabûrên li herêma Efrînê bi cih bûne jî kiryarên herî qirêj li dijî mirovahiyê pêk tînin. Li hemberî êrîşa Tirkiyeyê civaka navneteweyî jî bêyî ku hincetekê nîşan bide bêdeng ma. Diyar e Tirkiye bi dagirkeriya xwe li Cerablûs, Bab û Ezazê bes nekiriye, lê belê çavbirçîbûna wê gelekî mezin e û piştî dagirkirina Efrînê xalên çavdêriyê li Idlibê heta Hemayê danîn û gefan dixwe ku wê hin herêmên din di Sûriyeyê de dagir bike.
Dagirkirin, qirkirin û talan
Dagirkeriya Tirkiyeyê her wiha komkujî pêk anî û qirkirina etnîkî dide meşandin. Evan hemû kiryar û destdirêjiyên wê li pêşiya çavên civaka navneteweyî pêk tên bêyî ku ti alî dengê xwe bikin, tevî ku giştî qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dike. Jinên Sûriyeyê li Efrînê jî para xwe ji şer wergirtin û ji ber van hovîtiya dagirkeran êşeke mezin dijîn. Di encama şerê li Efrînê de ziyanên rasterast û ne rasterast bi rewşa jinan bûn, nemaze kuştin, destdirêjî û bazirganiya jinan tê meşandin û heta niha bêtirî 119 jin li Efrînê hatine revandin. Tundiya bi awayekî ne rasterast jî girêdayî birçîkirin, bêkarî û daxistina asta zanistiyê û koçberiyê ye."
Kiryarên ku dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkarên wê li Efrînê kirine ev in:
*" Zordariya etnîkî
* Pêkanîna komkujiyan
* Destdirêjiya li mafên jinan
* Kuştin û destdirêjiya li cenazeyên şehîd û dîlan
* Darizandinên derqanûnî
* Talan û desteserkirin
* Şewitandina pirtûk û belgeyên şûnwar û dîrokî
* Hilweşandin û teqandina perestgehan
* Revandina sivîlan, êşkence û kuştina sivîlan
* Revandina zarokan
* Topbarankirina goristanan da ku cenazeyên miriyan winda bikin
* Topbarankirina navenda Heyva Sor û nexweşxaneya Avrîn
* Tobarankirina bendava Meydankê û navendên kehrebe û belavkirina ava vexwarinê
* Topbarankirina aş û firneyan
* Bikaranîna çekên qedexekirî
* Topbarankirina karwanên sivîlan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî"
Banga Meclisa Jinên sûriyeyê :
1) "Em bang li rêxistin, deste û civaka navneteweyî dikin ku ji vê bêdengiya xwe derbikevin û berpirsyariya xwe li hemberî gelê Sûriyeyê pêk bînin û Receb Tayîp Erdogan ji ber sûc û destdirêjiyên ku wî li dijî hevpeyman û pîvanên navneteweyî pêk anîne ceza bikin û weke sûcdarekî şer radestî dadgehê bikin û dewletên ku destên wan di vê dagirkeriya li Sûriyeyê de hene û rê li pêşiya dagirkirinê vekirine ceza bikin.
2) Metirsiyên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û encamên çalakiyên wê yên leşkerî bêne riswakirin, nemaze destdirêjiyên li dijî welatiyên sivîl û koçberkirina wan.
3) Divê rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê hevkariya hevûdu bikin da ku evan sûcên li dijî mirovahiyê yên hêzên Tirkiyeyê li Efrînê û gundewarê wê bêne belgekirin, da ku dosyeke qanûnî were amadekirin û bi riya wê sûcdar bêne cezakirin, çi sûcdarên Tirk û çi jî yên Sûriyeyê ku hevkariya wan kirin. Nemaze ji ber ku hin destdirêjî li dijî mirovahiyê ne û pêdiviya wan bi hewalekirina sûcdaran a dadgeha sûcdariyê ya navneteweyî heye.
4) Divê welatiyên sivîl ên ji ber şer û pevçûnan ji herêma Efrînê derketine bêne vegerandin û hemû astengiyên li pêşiya vegera wan bêne rakirin û parastina wan ji destdirêjiyan û desteserkirina mal û milkên wan bête misogerkirin û hemû mayînên ku çandine bêne rakirin. Di encamê de da ku welatiyên Efrînê di aliyên aborî û civakî de karibin rêveberiya xwe bi xwe bikin.
5) Divê Deste û Saziyên navneteweyî yên têkldar pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovahî ji bajarê Efrînê û gundên wê û welatiyên wê yên hatine koçberkirin re peyda bikin.
6) Xebatên gel û hiqûqî ji hemû aliyê hemû pêkhateyên resen ên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya metirsiyan were meşandin, nemaze ji ber kiryarên dagirkeran ên nijadperest ku bi darê zorê welatî koçber kirin û hewl dide qirkirineke etnîkî pêk bîne. Her wiha rê li pêşiya hemû siyasetên guhertina demografîk were girtin ku di encamê de bingeha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş têk diçe."