Mêrên ku li zaroka biçûk îstîsmara zayendî kirin hatin binçavkirin
- 13:52 27 Gulan 2018
- Rojane
ANTALYA - Li Kumlucayê 3 mêrên ku li zaroka biçûk îstîsmara zayendî kirin hatin binçavkirin.
Li Kumlucaya Antalyayê duh bi şev zarokeke 2 sal û nîvî ya Sûriyeyê bi îdiaya ku ketiye anîn serwîsa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kumlucayê. Doktorê ku zarok muayene kir bi gumana ku zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû maye agahî da cendirmeyan. Cendermeyên ku hatin nexweşxaneyê gûmanbarê bi navê A.A. û 2 mêrên din gitin bin çavan.
Di lêkolîna ku hat kirin de derket holê ku malbata zarokê di zeviyên mêrê bi navê A.A. de dixebite û di encmaê de du mêrên din ên bi navê G.E. û A.Y. jî hatin binçavkirin.
Zaroka rakirin xeweşxaneyê piştî mudaxeleya destpêkê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê û lêpirsîna hat destpêkirin jî berdewam dike.