Jiyan bi keda destê dayikan bedew dibe

  • 10:48 27 Gulan 2018
  • Rojane
Viyan Sayd/ Orîvan Abdo
 
ŞENGAL - Li gel hemû êrîşan û hemû zor û zehmatiyan jiyan bi kede destê dayîkan her bi awayekî zindî diherike. 
 
Jinên êzidî ku xwedî çandeke bedew û dewlemend in di her demê de bi çanda xwe jiyanê dihûnin.  Bi  teşiya di destê xwe de ku dirêsin,  ji bo pêşeroja zarokên xwe jiyanê  bi her awayî dixemilînin. 
 
Jina ku bi teşiya xwe jiyanê dirêse xweşikbûna jiyanê bi rengê jinê li ber çavan radixe. Ev jina ku teşî heta roja me ya îro anîiye ku bi ked û xwedana  eniya xwe  mîna resmekî ji dîrokê maye bi biryar dibêje ez heme û ez ê hebim û bi teşiya ku dirêse li dijî hêzên tarî sekna xwe nîşan dide.  Jina teşîrês di heman demê de dibêje ku kesek nikare rêsandina wê ya jiyanê asteng bike.