Sê nifş li Qada Dayikên Şemiyê ne
- 10:04 27 Gulan 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL- Hanim Tosun, Besna Tosun û Devrîm Koç. Sê nifşe li Qada Şemiyê li Fehîm Tosun digerin. Devrîm ya di 4 saliya xwe de tevlî çalakiya Lîseya Galatasarayê dibe, hewl dide fêm bike evqas mirov çawa winda bûne.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya bi dirûşma ‘Kujer diyarin winda li ku ne’ hat destpêkirin di 23 saliya xwe de ye. Her hefte xizmên windana li ber Lîseya Galatasarayê wêneyên xizmên xwe digirin û bi gotinên ‘Qe nebe bila gorek wan hebe. Em biçin kulîlkan deynin ser gora wan’ balê dikşînin ser eqûbeta xizmên xwe yên ku cenazeyên wan jî nedan.
Têkoşîn nifş bi nifş hat ragîhandin
Hefteyekê dengê dayika Murat Yildiz yê di 1995’an de di bin çavan de hat windakirin, Hanîfe Yildiz tê bihistin û dibêje: “Min kurê xwe bi xwe teslîm kir. dengê me bibihîzin. Ez niha li vir li kurê xwe dipirsim dozger lêpirsînê li min vedike. Bila biçe li yên kurê min winda kirine lêpirsînê vebike’. Hefteyek din jî dengê Samet Alpsoy yê 9 salî ku aqûbeta kalê xwe dipirsî, hat bihistin.
Zarokên li wê qadê mezin bûn, bûn dayik û jinên wê qadê jî bûn dapîr. Têkoşîn ev 23 sal e berdewamdike û nifş bi nift heta îro hatiye.
Sê nifş li qadê ne
Yek ji malbatên li qada Şemiyê runiştin malbata Tosun bû. Fehmî Tosun di 1995’an de li Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Ewil hevjîna wî Hanim, piştre keça wî Besna û niha jî neviyê wî Devrîm lê digere.
Besna diyar dike ku dema bavê wê hatiye revandin ew 10 salî bûye û dibêje ku ew roj wekî niha dibîra wê de ye. Besna ya ku ewil bi dayika xwe re diçû wê qadê niha bi kurê xwe Devrîm re diçe. Besnayê diyar kir ku çawa bavê wê hatiye windakirin dayika wê serî li qerekol û dozgeriyê daye û piştre serî li ÎHD’ê daye û ji wê hefteyê şûnde tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûye.
Besnayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ew bi têkoşînê li ser piyan mane û anî ziman ku ew li wê qadaê gelek tişt hînbûne.
Besnayê diyar kir ku ew ne dayika wê tenê niha kurê wê Devrîm jî bi wan re di çalakiya Dayikên Şemiyê de cih digire û got dema ewil Devrîm biriye 3 salî bûye.